Li Hambûrge bi sê çalakiyan rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi sê çalakiyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Rojbînê û nûnerên FED-DEM’ê li çewligeke bajaroka Hemlîngenê dar danîn. Di çalakiyê de Rûha Baran li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê axivî û diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd mîladek e.

Îmam Semsûr jî li ser navê FED-DEM’ê axivî û diyar kir ku jidayikbûn, têkoşîn û îdeolojiya Abdullah Ocalan ji bo hemû dinyayê destkeftiyeke mezin e. Piştî axaftinan dar hatin danîn.

Li Hambûrgê endam û çalakgerên Meclîsa Jinan a Rojbînê li qada Mercado ya semta Altonayê kartên ku qala jiyan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û gulên sor belav kir.

Çalakiya sêyemîn jî ji aliyê ciwanan ve hate kirin. Ciwanan semîner lidarxistin û sînevîzyon nîşan dan.