Li Grazê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê hate lidar xistin
Li bajarê Grazê ya Awusturyayê, ji bo balkişandina ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê hate lidar xistin.
Li bajarê Grazê ya Awusturyayê, ji bo balkişandina ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê hate lidar xistin.
Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Grazê ya Awusturyayê, ji bo balê bikşîne ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê lidar xist.
Çalakgerên ku pankartên li ser “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” nivîsî hildan, xemsariya CPT’yê û Konseya Ewropayê şermezar kir.
Çalakvanan belavok belav kirin û diyar kirin ku mafê herî bingehîn ê mirovî yê Abdullah Ocalan divê nebe mijarê bazariyê û hat gotin ku gelê Kurd dê vê siyasetê qebûl neke.