Li Giessenê civîna gel: Heta ku tecrîd berdewam bike aştî ne pêkan e
Li bajarê Giessen ê Elmanyayê civîna gel hate lidarxistin. Hevseroka KCDK-E’ê Zubeyde Zumrut di civînê de axivî û anî ziman ku heta ku tecrîd berdewam bike aştî ne pêkan e.
Li bajarê Giessen ê Elmanyayê civîna gel hate lidarxistin. Hevseroka KCDK-E’ê Zubeyde Zumrut di civînê de axivî û anî ziman ku heta ku tecrîd berdewam bike aştî ne pêkan e.
Ji bo meş û mitînga ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo bê lidarxistin, li Giessenê civîna gel hate lidarxistin.
Hevseroka KCDK-E’ê Zubeyde Zumrut û gelek Kurdistanî beşdarî civînê bûn. Civin piştî deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka KCDK-E’ê Zubeyde Zumrut di civînê de axivî û bal kişand ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê.
Zumrut wiha got: “Felsefeya ku Rêber Apo pêş xist, ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelên Rojhilava Navîn çavkaniya hêviyê ye.”
Zumrut bal kişand ser tecrîda bêhiqûq a li Îmraliyê û wiha got: “Divê em jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li her derê dengê xwe bilind bikin.”
Zumrut wiha got: “Navnîşana çareseriyê Ocalan e. Divê gelê Kurd demildest azad bibe, ev hem ji bo hêzên navneteweyî û hem jî ji bo Tirkiyeyê bangeke vekirî ye; Divê tecrîd rabe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Dema li aliyekî tecrîdeke giran were dewamkirin, ne pêkan e ku li aliyê din hevdîtinên aştiyê pêk werin. Helbet hevdîtin girîng in û gelê me jî girîngî pê dide; ji ber ku şert û mercên giran ên ku bi salan in dewam dikin hene. Gelê Kurd girîngî dide maseya muzakere û aştiyê, lê dema şert û mercên tecrîdê dewam dikin ne pêkan e ku ev pêvajo di zemînekî tendurist de pêş bikeve.”