Li gelek welatan ji bo Şengalê li ser piya bûn

Li gelek welatên Ewropayê ji bo xwedîderketina li Şengalê çalakî hatin kirin.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopanhagê  Meclîsa Jinan a Sêvê û FeyKurd saet 14:00’an peymana Bexda-Hewlêr a li ser Şengalê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê bi çalakiyekê protesto kirin.

DAN HAAG

Li Den Haag a Hollandayê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ev hate gotin: “Ev hewldana dagirkeriyê li ser teşwîqkirin û erêkirina DYE’yê pêk hatiye. Ev hewldan hewldaneke ku ya DAÎŞ’ê temam  nekirî, dixwaze bê temamkirine. Heta ev dagirkerî bi dawî nebe em ê li qadan bin.

 FRANKFÛRT

Kurdistaniyan li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê jî çalakiye kirin û hewldanên dagirkeriya li ser Şengalê protesto kirin.

BÎELEFLED

Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê li pêşiya gara trenê ya navendê saet 17:00’an mîtîngek hate kirin. Bi dehan kesên tevlî çalakiyê bûn peymana di navbera Washîngton-Bexda-Hewlêrê de hatiye kirin şermezar kir û bi gotina ‘Dixwazin Êzidxanê tine bikin’ nerazîbûn nîşanda û li qadê li ser navê gelek saziyên Kurd axaftin hatin kirin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê jî bi armanca xwedîderketina li Şengal û şermezarkirina êrîşan çalakiyek hate kirin.