Li gelek navendên Swîsreyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin
Li gelek navendên Swîsreyê bi daxwaza aştî, demokrasî û edaletê protestoyên girseyî hatin lidarxistin.
Li gelek navendên Swîsreyê bi daxwaza aştî, demokrasî û edaletê protestoyên girseyî hatin lidarxistin.
Li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li bajarên Basel, Zurih û Lozan ên Swîsreyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
ZURIH
Li qada Stauffacher a Zurihê li dijî polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk çalakî hat lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Bicehime Erdogan”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Diktator Erdogan” û “Demokrasî, Aştî, Edalet” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de li ser navê ADGB'ê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li cîhanê her ku diçe kaos, tevgerên rastgir, zayendperestî û mîlîtarîzm zêde dibe û ev tişt hat gotin: “Ev yek li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn her ku diçe zêdetir tê jiyîn û gefên li Sûriyeyê yên li ser Elewî, Xiristiyan, Kurd û Durzî zêde dibin.”
Di daxuyaniyê îşaret bi banga aştiyê ya Rêber Apo hat kirin û wiha hate gotin: “Li gel banga aştiyê ya Rêber Apo hikûmeta AKP-MHP’ê di siyaseta şer û bendbendiyê de israr dike; ji bo muxaleftê bêdeng bike, pêla binçavkirin, girtin û qeyûman daye destpêkirin. Şaredariyên Mêrdîn, Wan, Dersim û Esenyûrtê hatin xestpkirin. Li dijî DEM Partî û HDK’ê operasyon û herî dawî jî di 19’ê Adarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Serokê Şaredariya Şîşliyê Resul Emrah Şahan bi awayek derqanûnî hatin binçavkirin û girtin.
Li dijî faşîzmê têkoşîn tenê bi mil bi mil pêkan e. Êdî li her cihê dema mezinkirina têkoşînê ye.”
LOZAN
Li qada St. Laurent a Lozanê jî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê hatin protestokirin.
BASEL
Pêkhateyên ADGB’yê li qada Claraplatzê hatin ba hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî. Taşdemîr anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê xwedî zîhniyeta yekperez e û got: “Navê vê zîhniyetê faşîzm e. Naxwazin ti kes li dijî vê zîhniyetê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Em ê timî li ba kesên ku li dijî zilmê li ber xwe didin bin.”
Li ser navê Partiya BastA Franziska Steir jî axivî û got: “Ez îro bi tesadifî rastî jimara Rojnamaya BastA ya berî 10 salan derketiye hatim. Di rojnameyê de nûçeyên li ser binçavkirin û girtina Kurdan û siyasetmedarên Kurdan hebû. Piştî 10 salan û vir de dîsan mirov tên binçavkirin û girtin. Li dijî vê êrîşkariyê pêdivî bi bertekên navneteweyî hene. Swîsre jî di nav de hîna welatên Ewropa bi Tirkiyeyê re bazirganiya çekan dike. Bi van çekan herêmên Kurdan têne bombebarankirin. Divê êdî ev bê rawestandin.”