Li Elmanyayê qedexeya ji 1993’yê heta niha tê pêkanîn, hemû Kurdistanî û saziyên wan krîmînalîze dike. Qedexe dikeve sala 27’an, di nava vê demê de gelek Kurdistanî hatin destgîrkirin, girtin û bi rûniştinê re gef lê birîn, ji mafên hemwelatiyê bêpar hiştin, darizandin û bi cezayê pere re mexdûr hiştin.
Çalakiyên demokratîk ên bi destûr hatîn kirin bûn mijara dozê. Saziyên Kurdistaniyan hatin krîmînalîzekirin, mafên demokratîk ên wan hatin astengkirin. Bi rûxmê van hemû zextan jî Kurdan li ber vê qedexeya bê maf û bê wate stûyê xwe xwar nekirin. Kurdistaniyên li Elmanya dijîn, ji bo qedexeya li ser PKK’ê protesto bikin li gelek bajaran çalakî û mitîng lidarxistin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrgê yê qedexeya lis er PKK’ê ya 27 salan hate protestokirin. Mîtîng saet di 15.00’an de li Konîg-Heînrîchplatê hate lidarxistin.
Amara Tolhildan di mîtîngê de axivî û diyar kir ku wê bi qedexeyan pêşiya têkoşînê neyê girtin. Tolhildan diyar kir ku qedexeya li ser PKK’ê ne hiqûqî û ne jî mirovî ye û got ku, “PKK di her warî de ji bo mirovayetiyê têdikoşe. Dewleta Tirk bi xwe terorê dike. Ligel qedexeya li ser PKK’ê, Rêbertiya me jî tê tecrîdkirin. Divê qedexeya li ser PKK’ê û tecrîda li ser Rêbertiya me were rakirin.”
MANNHEÎM
Qedexeya 27 salan a li ser PKK’ê li bajarê Mannheîmê jî hate protestokirin. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî nêzikatiye dewleta Elman a faşîst û nijadperest hate nîşandan. Çalakgeran sloganên ‘PKK gel e, gel li vir e’ berz kirin. Nûnerên partiyên Elmanyayê MLD-D û Dîe Lînkeyê jî axivîn.
NURNBERG
Li bajarê Nurnbergê jî qedexeya li ser PKK’ê hate protestokirin. Çalakî li qada Jakobsplatzê hate lidarxistin û nûnerên gelek partiyên siyasî jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li Elmanyayê qedexeya li ser PKK’ê, li Tirkiye û Kurdistanê jî ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk dibe astengî.
DORTMÛND
Li bajarê Dortmûndê jî qedexeya li ser PKK’ê hate protestokirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo jiyana hevpar divê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin û piştgiriya gelê Kurd were kirin.
Di çalakiyê de nûnerên CÎK û FEDA’yê jî qedexeya li ser PKK’ê şermezar kirin.