NÛ BÛ I

Li gelek bajarên Ewropayê ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê daketin qadan, xwestin sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike ji aliyê dadgehên navneteweyî ve werin lêkolînkirin, êrîş werin sekinandin û statûya xweseriya herêmê were naskirin.

Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê girêdayî banga federasyona FED-GEL’ê Kurdistanî û dostên wan li Lautenschlagerstrasseyê li hev civiyan û li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava meşek li dar xistin.

Beriya meşê Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê Pervîn Azadî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava axaftinek kir.

Pervîn Azadîyê ev yek anîn ziman: ‘’Tirkiye piştî ku HTŞ’ê li Sûriyeyê hat ser desthilatdariyê heya niha li hemberî Rêveberiya Xweser a Demokratîk êrîşên leşkerî yên dijwar dane destpêkirin û êrîşî welatiyên sivîl dike. Li vir armanca sereke tunekirina rêveberiya xweser e. Bi taybetî jî li gundên başûrrojhilatê Minbicê pevçûnên dijwar rû didin. Di serî de Bendava Tişrînê îstasyonên avê û çavkaniyên enerjiyê yên li herêmê rasterast tên hedefgirtin û dixwazin aramiya herêmê tune bikin. Em ji vir bang li raya giştî ya navneteweyî dikin;  ji bo ev êrîş werin sekinandin û dabînkirina aramiya hewce ya Rojava piştgirî were zêdekirin.’’

Bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û çalakvan bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Qada Wilhemsplatzê ve meşiyan.

Çalakvanan li vir bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka PYD’ê a Ewropayê Zozan Rojava ve hate xwendin. Zozan Rojava di daxuyaniyê de got: ‘’ Em ê bi ser bikevin, gelê me wê bi ser bikeve û Kurdistana Rojava wê bi ser bikeve.’’

Di çalakiyê de dirûşmeyên; “Bijî Berxwedana QSD'ê”, “Bijî Berxwedana YPJ’ê’’ û  “Bijî Berxwedana YPG’ê” hatin berzkirin.

HEILBRONN

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Malbatên Aşitiyê yên Elman ve bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser çalakgerên li Bendava Tişrînê mitîngek hate lidarxistin.

Girseyê ku flamayên YPG û YPJ’ê û dowîz û pankartên ku qirkirinên dewleta Tirk şermezar dikin, hilgirtin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê merasîma rêzgirtinê pêk anîn. 

Piştre li ser navê Malbatên Aşitiyê yên Elman axaftinek hate kirin û ev yek hatin gotin: ‘’Dewleta Tirk bi rojan e bi balafir û dronan êrîşî Rêveberiya Xweser dike. Bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî binesaziyên sivîlan bombe dike, welatiyên sivîl, rojnamevanan û hemû mirovahiyê hedef digire û tune dike. Bi rojan e ev êrîş tên kirin ku bi taybetî jî êrîşên li ser Bendava Tişrînê hatine zêdekirin.  Ji bo rawestandina van êrîşan bi sedan sivîlan berê xwe dane bendavê û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dewleta Tirk êrîşî van sivîlan jî dike û gelek sivîl hatin qetilkirin. Heya ambûlansên ku ji bo birîndaran jî bombebaran dike.

Em ji vir bang li hemû  gel û partiyên siyasî yên Elman dikin; Divê êrîşên Tirkiyeyê werin sekinandin, gelê Rojava were parastin û çavkaniyên jiyanî neyên tunekirin, sewqiyata çekan a ji bo Tirkiyeyê were sekinadin û êrîşên dewleta Tirk ji aliyê dadgehên navneteweyî ve werin lêkolînkirin. Di Peymana Civakî a Rêveberiya Xweser a Rojava de wekheviya jinan, azadiya baweriyan û jiyaneke aşitiyane esas hatiye girtin. Ji ber vê yekê divê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji aliyê qada navneteweyî ve were naskirin.’’

Di çalakiyê de dirûşmeya ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’ hate berzkirin û belavok hatin belavkirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengtiya Dem-Ned, PJAK û Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YJK-H) çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya bînaya Parlamentoya Hollandayê hate lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava hatin protestokirin û hate xwestin ku statûya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ ÎDAMÊ

Piştre ji aliyê PJAK û YJK-H’ê ve cezayê îdamê yê rejîma Îranê li jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî birî, hate protestokirin. Di çalakiyê de wêneyên Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatin hilgirtin û dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ hate berzkirin.

VÎYANA

Kurdistaniyên li paytextê Avûstûrya Vîyanayê jî bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê li pêşiya Parlamentoya Avûstûryayê li hev civiyan.

Girseya li hev civiya, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’ li hemberî êrîşên li ser herêmê nerazîbûnên xwe nîşan da û axaftinek hate kirin.  

Di axaftinana de hate xwestin ku mafên gelê Kurd werin parastin û piştgiriya berxwedana li Rojava bê kirin.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî çalakiyek hate lidarxistin.  Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û rêxistinên şoreşgerî li Qada Bahnhofê li hev civiyan û  daxuyanî dan.

Di axaftinan de hate bibîrxistin ku siyasetmedar, şîrketên parastinê, teknolojiyê û dermaman û qaşo rêxistinên hawirdorê her sal meha Çileyê ji bo nîqaşkirina krîz û pirsgirêkên cîhanî li hev dicivin û hate diyarkirin ku di nava van endamên ku tevlî WEF’ê dibin de mezintirîn hezar şîrketên ku dibin sedema pirsgirêkan hene.

Her wiha hate îfadekirin ku WEF rê li ber dewleta Tirk a ku her roj êrîşî Şoreşa Rojava û Îsraîla ku bi awayekî sîstematîk li ser gelê Filîstînê qirkirinê pêk tîne, vedike û hate destnîşankirin ku ‘şîrketên ku beşdarî WEF’ê didbin berpirsên êşên li seranserê cîhanê ne û bi şerxwaziyê bi wan dewletan re bazirganiyê dikin.’

Piştî daxuyaniyê girseya gel ber bi navenda bajêr ve meşiya û di dawîya meşê de girse bi êrîşa polîsan re rû bi rû ma. Girseyê li Qada Brateinê li hemberî dorpêça polîsan demeke dirêj ditê dirûşme berz kirin. Çalakî li vir piştî dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û xwedîderketina li peyama Rêber Apo meşek hat lidarxistin.

Beriya meşê li ser navê rêxistinên ciwanan Yûsûf Tayfûr û Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya axaftin kirin.

Teyfûr di axaftina xwe de wiha got:

“Li ber çavê hemû cîhanê cihên sivîlan, sivîl, rojnameger hatin qetilkirin. Dema ku ev polîtîkayên qirkirinê bênavber dewam kir, li aliyê din bi Rêber Apo re hevdîtin destpê kir. Hevdîtinên bi Rêber Apo re hatine destpêkirin gaveke dîrokî ye û rê têkoşîna azadiyê ne tenê li gelê Kurd, li hemû gelên bindest vedike. Ev hevdîtin encama berxwedana tevgera azadiyê ye. Ev pêvajo hem li Tirkiyeyê hem jî li tevahiya Rojhilata Navîn di têkoşîna li dijî faşîzmê de bûye sedema qonaxeke nû.Ger ku dixwazin hevdîtina bi Rêber Apo re ku zêdeyî 26 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin û ji azadiya fizîkî bêpar maye berdewam bike divê demildest şert û mercên fizîkî bên afirandin.

Dîsa di van rojên ku hevdîtin tên kirin de, Rojava tevî hemû zext, êrîşên dagirkerî û polîtîkayên emperyalîst ên dewleta Tirk a dagirker ên hêzên herêmî û navneteweyî, berxwedana xwe didomîne. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê Rojava, ji bo gelên din ên bindest ên Rojhilata Navîn jî çavkaniya hêviyê ye. Di demeke ku êrîşên faşîst, hêzên paşverû û destwerdanên emperyalîst ên li herêmê zêde dibin de, berxwedana gelê Rojava nîşana wê yekê ye ku tevgera şoreşgerî çiqasî bi hêz û biryar e.

Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe dide. Li Rojava hemû gelê me, zarok, ciwan û mezin bi pêşengiya HSD’ê li li ber xwe didin. Gelê me li Bakur li dijî desteserkkirina şaredariyên li ber xwe dide. Rêber Apo hemû konseptên îmha û tecrîdê yên li ser tên ferzkirin şikand û nîşanî me hemûyan da ku çawa berxwedaneke dîrokî pêk bînin. Îro dora me ye. Divê em berxwedaneke ku her parçeyekî Kurdistanê bi hêz bike û destê Rêber Apo li ser maseyê xurt bike nîşan bidin. Ya ku qedera gel diyar dike jî berxwedana gel e. Îro roja bihêztir xwedîderketina li destkeftiyane; roj roja bilindkirina berxwedanê, azadkirina Rêber Apo û parastina Rojava ye.”

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya ku beşdarî çalakiyê bû jî got.

“Berî her tiştî em berxwedana Tişrînê silav dikin. Sedsala nû wê bibe sedsala gelên Kurdistanê, jin û ciwanan. Em nikarin sedsalek din winda bikin. Çawa ku beriya deh salan berxwedana Kobanê ji cîhanê re bû mînak, îro jî berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê wê ji cîhanê re bibe mînak. Îro roj roja bilindkirina têkoşînê ye. Sibe dibe ku pir dereng be. Em ê îro li her qada ku lê ne Tişrîn, Pira Qereqozax, şoreşa jinan a Rojava û şoreşa ciwanan biparêzin."

Meşa ku li Helvetîaplatzê destpê kir, li kolanên Zurîhê bi dirûşmeyan berdewam kir. Di tevahiya meşê de gel bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana HSD'ê", "Bijî Serok APO", "Bijî Berxwedana gelê Kurd" berz kirin. Piştî ku demeke dirêj li kolanên Zurîhê geriyan, meş dîsa li qada Helvetîaplatzê bi dawî bû.

Piştî meşê endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûsa Farisogûllarî li vir daxuyanî da. Farisogullari diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tinekirina destkeftiyên gelê Kurd êrîşî Rojava dike û wiha got: “Divê her kes dengê gelê Rojava bilind bike û piştgiriyê bide berxwedanê. Berxwedaneke bê hempa heye. Em berxwedana li Tişrînê silav dikin.”

FRANKFURT

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê meşiyan. Meş li ser banga KON-MED’ê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara û meclîsên herêmê ve hat lidarxistin. Bi sedan kes li stasyona trenê ya navendî kom bûn. Êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên SMO’yê yên bi piştgiriya dewleta Tirk ev 44 roj in li ser Rojava tê meşandin hat şermezarkirin.

Di meşê de êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Rojava hatin şermezarkirin. Çalakvan heta qada Haûptwache yê Frankfurtê meşiyan. Di meşê de bi zimanê Elmanî daxuyaniyên têkildarî Rojava hatin xwendin. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana QSD’ê”, "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Dema girse gihişt qadê ji bo hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz girtin. Piştre Hevseroka FCDK-KAWA Kerîma Barçîn axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê, sivîlên ku jin û zarok jî di nav de hene bombe kirin, ambûlans kirin hedef û diyar kir ku ti kes nikare Kurdan teslîm bigire.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşên li dijî Rojava li pêşiya Europa Galerie bi mitîngekî hate protestokirin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan beşdarî mitîngê bûn.

Mitîng ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di mitîngê de danezanên bi zimanê Elmanî yên derbarê êrîşan de hatin xwendin û banga xwedîlêderketina li Rojava hate kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.

LIMBURG

Li bajarê Limburg ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker mitîng hate lidarxistin.

Çalakvanan destnîşankirin ku Tirkiye ji aliyekî ve bi gotinên “Xwişk û birayên min ên Kurd” peyama aştiyê dide, li aliyê din jî bi bombebarankirina Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê jin, zarok û sivîlên bêyî parastin dike hedef.

Di mitîngê de bal kişandin ser vê helwesta bi nakok kû ji bo rawestandina êrîşan û pêkanîna aştiya mayînde bang hate kirin.

MARSÎLYA

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan (Tekojin) ve li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi meşekê hat şermezarkirin.

Meşa ku li Canebîere destpê kir li Vieux Portê bi dawî bû. Di meşê de daxwaza raswestandina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan hat kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Rojava", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", “Liberte Pour Ocalan" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

Di çalakiyê de pankartên “Defend Rojava” û "“Stop à l’invasion Turquie (Dagirkeriyê rawestînin)” û posterên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên di berxwedana li dijî dagirkeriyê de şehîd bûne, hatin hilgirtin.

Di daxuyaniya li Vieux Portê hat dayin de hat diyarkirin ku bêyî gelê Kurd li Rojhilata Navîn çareserî ne pêkan e û hat destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê aştî û aramiyê bîne herêmê û muxatabê çareseriyê jî Rêber Apo ye.

Çalakî bi bangawaziya ji bo aştî û edaletê bi dawî bû.

LİMASOL

Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Limasol ê Qibrisê bi banga Navenda Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Theofilos li hev civiyan, li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava meşek li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku heya li pêşiya Şaredariya Limasolê meşiyan, li vir meşa xwe veguherandin mitîngê. Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Kujer Erdogan’’, ‘’Dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê bicehime’’, “Bijî Berxwedana Rojava” û “ Bijî Berxwedana YPG-YPJ’ê” nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Di dawiya çalakiyê de nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbûş û siyasetmedarê Kurd Baran Hebûn axivin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.