Li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên ji bo Ocalan

Li gelek bajarên Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Li semta Altona ya Hambûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Nûnera KNK’ê Serhat Çetînkaya di meşê de axivî û bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.  Çetînkaya diyar kir ku di şexsê Ocalan de li ser bi milyonan kesan tecrîd tê kirin.

NURNBERG

Gelek Kurdistanî li qada Kornmark a Nurnbergê hatin ba hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û NCDK’a Stûttgartê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Mîtîng li qada Rotebuhlplatzê hate kirin û hate diyarkirin ku divê CPT xwedî li biryara xwe derkeve.

KÎEL

Li bajarê Kîelê jî bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. AGÎGF, Înîsîyatîfa Rojava ya Kîelê û Jiyana Jin a Kîelê piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku çalakiya li ser Ocalan sîstematîk didome û berxwdana li hemberî vê tecrîdê jî wê bidome.