Li Gallerê li ser grevan panelek hate lidarxistin
Di çarçoveya greva bêdawî û bêdorveger a Îmam Şîş a li bajarê Newport a Gellerê de ku di roja 102’an de dom dike, panelek hate lidarxistin.
Di çarçoveya greva bêdawî û bêdorveger a Îmam Şîş a li bajarê Newport a Gellerê de ku di roja 102’an de dom dike, panelek hate lidarxistin.
Piştevaniya ji bo greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo Îmam Şîş ê li bajarê Newport a Galler ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 102 roj in di grevê de ye dewam dike.
Di panelê de ji partiya karkeran û Plaîd Cymrûyê gelek siyasetmedar û aktivîst li gel akademîsyen û sendîkavan amade bûn.
Di panelê de Profesor Sûe Wîlîams, sendîkavan Cerîth Crîffîths, sendîkavan Marîanne Owens, Nûnera Plaîd Cymrû Ned Parîsh, dîrektorê Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî Matt Nathan jî di nav de gelek kes axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku divê hê zêdetir li dorî berxwedêrên grevan bibin yek û banga bilindkirina piştevaniyê kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde peyama Îmam Şîş a ji bo panelê hatibû şandin hate xwendin. Şîş spasdariyên xwe pêşkêşî kesên piştevaniyê dikin kir, êdî gelê Kurd bi ti awayî vê tecrîdê nabejirînin.
Di panelê de Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mahmet Saît Yildirim ên ji 14’ê Adarê û vir ve li Londonê di greva bêdawî-bêdorveger de ne jî axaftin kirin.
Piştî axaftinan bi şûnde hunermendê Kurd Seyda Perînçek ê li Gallerê serdana Îmam Şîş kir konserekî biçûk da.
Panel bi gerandina govendê ve bi dawî bû.