Li Fransayê serhildana cotkaran dewam dike
Li Fransayê, cotkarên ku ji daxuyaniyên hikumetê nerazî ne, çalakiyên xwe dewam dikin. Beşek ji cotkaran ji bo karibin dengê xwe bidin bihîstin rêyên li derdora Parîsê girtin.
Li Fransayê, cotkarên ku ji daxuyaniyên hikumetê nerazî ne, çalakiyên xwe dewam dikin. Beşek ji cotkaran ji bo karibin dengê xwe bidin bihîstin rêyên li derdora Parîsê girtin.
Li gel tawîzên ji Brukselê hatine dayin jî çalakiyên cotkarên li Ewropayê dewam dikin.
Hem li Fransayê hem jî li gelek welatên cîran, ji ber hêrsa cotkaran a li hemberî polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê, Bruksel neçar ma ku helwesteke nerm nîşan bide. Ji ber nerazîbûna cotkarên Ewropî, Komîsyona Ewropayê roja Çarşemê neçar ma ku di du mijarên bingehîn de tawîzan bide.
Polîtîkayên tevlîhev ên Ewropayê, hatineya kêm, enflasyon, hevrikiya derve ya ji ber berhemên ji Ûkraynayê û buhayê sotemeniyê yê zêde sedemên esasî yên nerazîbûnan e.
Lê belê tawîzên Yekîtiya Ewropayê nekarî hêrsa cotkaran kêm bike. Roja Çarşemê cotkarên Fransî û Belçîkayî bi hev re deriyekî sînor ê navbera herdu welatan girtin û 'xerakirina hevrikiyê' ya peymana bazirganiya serbest şermezar kirin. Bang kirin ku 'bangên hîn xurt' bêne kirin.
Li Fransayê cotkar zexta li ser rêyên bejahî yên li dora Parîsê dewam dikin. Cotkaran êvara Çarşemê xwestin ku bazara Rûngîsê dorpêç bikin û yekemcar 91 cotkar hatin binçavkirin. Piraniya wan jî endamên Konfederasyona Gundiyan bûn.
LI HERÊMEKÊ 50 SUPERMARKET BÛN HEDEF
Li herêma Haûte-Loîre ya Fransayê Carrefoûr, Lîdl, Aldî û Casîno jî di nav de 50 supermarket bûn hedef.
Cotkaran bi armanca şermezarkirina helwesta 'ne di cih de' ya supermarketan li çar bajarokên Haûte-Loîreyê bi şev çalakî kirin. Supermarket bûn hedefa '200 traktoran' û li pêşiya deriyê supermarketan çop hate valakirin.
HIKUMET WÊ PLANEKE NÛ EŞKERE BIKE
Li ser mezinbûna çalakiyan hikumetê dest bi amadekariyan kir ku daxuyaniyên nû bide. Serokwezîr Gabrîel Attal, Wezîrê Çandiniyê Marc Fesneaû, Wezîrê Aboriyê Brûno Le Maîre û Wezîrê Veguherîna Ekolojîk Chrîstophe Bechû wê danê nîvro civîneke çapemeniyê lidar bixin. Tê payin ku Attal ji bo tepisandina hêrsa civakê ya cotkaran tedbîrên nû eşkere bike.