Li Fransayê rê, bendergeh, depoyên petrolê, rêyên hesinî hatin girtin

Li Fransayê li dijî reforma teqawîtiyê li depoyên petrolê, bendergeh, rê û rêyên hesinî çalakiyên blokajê hatin lidarxistin. Li gelek sektoran jî grev heye.

Li dijî reforma ku temenê teqawîtiyê ji 62 salî dike 64 salî, sendîkayan ji meha Çileyê û vir ve cara nehemîn dest bi roja greva neteweyî kirin.

STASYONÊN SOTEMENIYÊ

Çalakiyên blokajê bandor li depoyên petrolê, bendergeh, rê, rêyên hewayî, sektora gazê û zanîngehan kir. Di asta neteweyî de li piraniya stasyonên sotemeniyê astengî heye.

BENDERGEH

Li ser banga 'bendergehên mirî' ya sendîkaya CGT'ê, temamiya bendergehên Marseîlle-Fos û Brestê hatin blokekirin. Li gelek bendergehên din jî çalakiyên blokajê hene.

RÊYÊN BEJAHÎ

Li ser rê jî çalakgeran palet û lastîk şewitandin. Gelek rêyên bejahî hatin girtin.

SEFERÊN TRENÊ

Seferên trenê bi taybetî li gelek garên li başûrê welêt bi temamî sekinîn. Toûloûse, Montpellîer û Nîmes ji bajarên sereke ne. Saziya rêyên hesinî ya neteweyî SNCF kete bin bandoreke giran a grevê. Rêjeya xebatkarên SNCF'ê ku diyar kirin ew tevlî grevê bûn gihîştiye ji sedî 35'an.

Li RER'ê jî seferên trenê yên herêmî dike û metroya Parîsê jî di asteke giran de asteng bûne.

OTOBUS

Di serî de Parîs li gelek bajaran depoyên otobusan hatin blokekirin. Li hin deveran li ber deriyên depoyan bend hatin danîn.

SEKTORA GAZÊ

Li sektora gazê jî devê termînala Dûnkerqûe ya li bakurê welêt ji bo 24 saetan hate girtin. Li depoyên gazê jî çalakiyên blokajê hene.

ZANÎNGEH

Gelek zanîngeh ji aliyê xwendekaran ve hatin blokekirin. Li Lyon, Parîs, Saînt-Etîenne, Roûbaîx, Toûloûse û gelek bajarên din xwendekar tevlî çalakiyên blokajê bûn.

BERMAYÎ Û SERGO

Li Parîsê xebatkarên paqijiyê greva ku 6'ê Adarê dan destpêkirin heta roja Duşemê dirêj kirin. Hin febrîqeyên şewitandinê hatin blokekirin. Ji Sêşemê û pê ve li gorî Şaredariya parîsê li bajêr 9 hezar û 500 ton sergo kom bû. Li hin bajarên din jî bi qemyonên ku sergo kom dikin, çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin.

TRAFÎKA HEWAYÎ

Her wiha li qada trafîka hewayî jî çalakiyên blokajê têne kirin.