Li Fransayê qanûna polîsan hate protestokirin

Fransî û Kurdan, qanûna polîsan a ku li welat bê derxistin protesto kirin.

Li Fransayê hewl didin di demek nêz de ku qanûneke li dijî mafên mirovan têkeve meriyetê.

Wê di rojên pêş me de qanûnek têkeve meriyetê. Li gorî qanûnê, dema sivîl wêneyên polîsan bigirin wê bikevin çarçoveya sûc, her wiha wê polîs xwedî maf bin ku bi droneyan wêneyê sivîl û çalakgeran bikêşe.

Bi çalakiyekê li bajarê Montpellîer a Fransayê qanûn hate prostesto kirin.

Çalakiya ku NCDK û 67 rêxistinên civaka sivîl organîze kirî, Kurdistanî jî tevlî bû.

Kurdistaniyên ku alayên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd hilgirtin, qanûna ku ji bo zêdekirina rayeyên polîsan protesto kirin.

Heman demê di çalakiyê de dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.