Li Fransayê Covîd-19'ê herî pir li karkerên taşeron da

Li Fransayê ji ber Covîd-19'ê ji nîvî zêdetir yên xebatkaran ketin nav çarçoweya 'bêkariya demdemî', li gel kesên ku bi teqezî bêkar mane tê dîtin ku bêkarî hate asta 2017'an.

Li Fransayê li gorî daneyên ku herî dawî hatine weşandin ji 12 milyonî zêdtir karker, ji ber sedema ku kargehên wan girtî ne an jî aktîveteya wan kêm bûye ji alîkariya bêkariya demdemî sûd werdigirin. Ji nîvê zêdetir 20 milyon kesê ku di sektora taybet de dixebitin ji vî mafî sûd wergirtin û di ber qebûlkirina alîkariya bêkariyê de nayê hiştin ku kardar karkeran ji kar derxînin.

Lê bi pandemiyê re kesên ku ji karê xwe bûne li gorî nîsanê bûne 453 hezar. Li gorî daneyên ku Enstîtûya Îstatîstîka Netewî û Lêkolînên Aborî (INSEE) rêjeya bêkariya teqez 2,3 ji 100'î zêde bûye.

Li gorî INSEE'yê bêkariya herî pir di nav karkerên taşeron de ye, ku bi demdemî şandine şîrketan. Di vê sektorê de 300 hezar mirov bêkar maye û rêjeya vê dibe 37 ji 100'î. Karkerên taşeron bi rêya şîrketên navbeynkar ku jê re 'Interîm' tê gotin bi demdemî ji bo mişteriyên van şîrketan dixebitin û li tevahiya welat hijmara wan 850 hezar e.

Her wiha hate diyarkirin hijmara bêkaran hate asta 2017'an, ku dema Emmanuel Macron hatibû ser kar. Dema ku Macron hatî ser kar rêje 9,5 ji 100'î bû û di çarîka dawî ya 2019'an de ev rêje bûbû 8,1 ji 100'î. Serokkomar wehd dabû ku heta 2022'an bêkariyê bîne asta 7'an, texmîn ew bû ku ev hedef bihata zevtkirin.