BI DÎMEN

Li Frankfurtê Newroz: Kurdistanî û dostên wan diherikin qadê

Şahiya Newroza fînal a Elmanyayê, li bajarê Frankfurt bi şîara ‘Civaka Azad, Rêbertiya Azad’ tê pîrozkirin. Ji saetên siharê ve gel diherike qada şahiyê.

ŞAHIYA NEWROZÊ

Ji çar aliyên Elmanya û welatên cuda yên yên Ewropayê, bi deh hezaran kes ji bo beşdarî Newroza Frankfurt bibin bi rê ketin. Kurdistanî û dostên wan bi wesayîtên taybet, tren û otobusan diherikin qada Newrozê. Beşdaran bi cil û bergên neteweyî û flamayan qada li Respekpark’ê tejî kirin.

Gel ji noqteya kontrolê derbas dibe û digihije qadê. Li ber davul û zurneyan govend tê gerandin. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” tên berzkirin. Her kes li bendê ye ku bernameya Newrozê destpê bike.

Al û flamayên li qadê, wateya Newrozê nîşan didin.