BI DÎMEN

Li Frankfûrtê gel diherike qada Newrozê

Kurdistanî û dostên wan herikîn şahiya Newroza navendî ku wê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin.

NEWROZA FRANKFÛRTÊ

Newroza îsal di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku 10’ê Cotmeha 2023’yan ji aliyê dostên Kurdan ve li seranserî cîhanê hate destpêkirin, bi dirûşmeya “Newroz Azadî ye, Azadiya Te Azadiya Me ye” tê pîrozkirin.

Federasyona Civakên Kurdistaniyên Elmanya (KON-MED) û federasyonên girêdayî wê, şahiya Newrozê organîze kirin. Ji eyaletên cuda yên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan bi wesayîtên taybet, tren û otobusan tên qadê.

Piştî lêgerîna li nuqteyên kontrolê ku li dervey qadê hatiye danîn, gel dikeve qadê. Gel li ber davûl, zûrna û muzîkan govendê digerînin. Bi hezaran kesên ku hatine qadê, li benda saeta destpêkirina bernameya Newrozê ne.

Li aliyê din gel di saetên siharê yên zû de hatin qadê û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em kîne Apoyî ne”, “Zap Metîna Avaşîn Bijî Berxwedana Gerîla” û “Jin Jiyan Azadî” berz dikin.