Li Frankfûrtê çalakiya nobedê didome

Li bajarê Frankfûrtê çalakiya nobedê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Ji bo bidawîkirina tecrîda Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Frankfûrtê çalakiya nobedê hate lidarxistin. Ji bajarên Frankfûrt, Mannheîm, Fembûrg, Saarbrucken û Gîesenê 50 kes tevlî çalakiyê bûn.

Di roja sêyemîn a çalakiya rûniştinê de ciwan zêdetir tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya rûniştinê wê di 27’ê Sibatê de bi mîtîngekê bi dawî bibe.