Li Frankfûrtê çalakiya 'Azadî ji Rêber Apo re' dewam dike
Li Frankfûrtê, çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 2'emîn de ye.
Li Frankfûrtê, çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 2'emîn de ye.
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, pêkhateyên meclîsa FCDK/KAWA, doh li qada Haûtpwacheyê dest bi çalakiya 'Azadî ji Rêber Apo' re kiribûn, ku çalakî wê heta 27'ê Sibatê dewam bike.
Di roja destpêkê ya çalakiya rûniştinê de komek ji 30 kesî ya ji bajarên Frankfûrt, Gîessen, Mannheîm, Maînz, Darmstadt û Saarbruckenê amade bûn. Di roja duyemîn de jî pêkhateyên meclîsên bajarên Frankfûrt, Gîessen, Mannheîm, Maînz û Saarbruckenê çalakî dewr wergirtin.
Serokê FCDK-KAWA Emîn Denîz li qada çalakiyê axivî û got, "Dem dema azadiya Rêber Apo ye."
Çalakiya îro wê heta saet 16:00 dewam bike.