Li Frankfûrt û Vasterastê ji bo Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li bajarê Vasterasê yê Swêdê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li bajarê Vasterasê yê Swêdê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Çalakiya li bajarê Frankfûrtê li Rathenaûplatzê hate kirin.
KCDK-E û TJK-E’yê diyar kiribû ku heta ew agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin wê li qadan bin.
Di çalakiyê de pankarta ‘Dema wê hat, azadî ji Ocalan re’ hate vekirin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Erdoganê terorîst’ hate berzkirin.
Ji bo çalakiya di 29’ê Adarê de saet di 15.00’an de li ber Konsolosxaneya Iraqê jî bang hate kirin.
VASTERAS
Li bajarê Vasterasê yê Swêdê jî ji bo protestokirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku hevdîtina bi telefonê ya ku Rêberê Gelê Kurd bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû, di nîvî de hate birîn û ew jî nêzikatiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd nîşan dide.
Di çalakiyê de bang hate kirin ku bila CPT peywira xwe pêk bîne û çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.