Li Ewropayê şîrketên çekan hate protestokirin

Li gelek bajaran şîrketên çekan ku gelê Kurd dike hedef bi çalakiyan hate protestokirin.

Di çarçoweya kampanya navnetewî 'Riseup4Rojava - smash Turkish fascism' de li gelek welatan çalakiyên antî-mîlîtarîst hatin lidarxistin.

Di roja yekem a çalakiyan de şîrketên çekan, saziyên fînansê û li dijî planên dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî gelê Kurd çalakiyên berfireh hatin lidarxistin.

Li Elmanyayê şîrketa çekan a herî mezin fabrîqeya Unterlüß a Rheinmetal a li Saksonyay Jêr zêdetirî 24 saetan hate dagirkirin. Hemû rêyên diçûn fabrîqeyê ji aliyê sedan kesî ve hate girtin. Li Rheinmettalê guhertina vardiyeyê çênebû û hilberîn hate rawestandin.

Li Londrayê li dijî fûara çekan a herî mezin DSEI çalakiyek hate kirin. Çalakgeran li kolanê derbasbûna wesayîtên leşkerî asteng kirin û li pêşiya navenda fûarê têkildarî Rojava û ekolojiyê çalakiyek lidarxist.

Lı bajarê Brescia yê Îtalyayê jî li dijî hilberîna helîkopterên şer Leonardo û UniCredît Bank çalakiyek hate kirin, li Floransayê jî çalakiya afîşan hate lidarxistin. Li Bariyê jî çalakiyek hate kirin.

Li Swîsreyê li pêşiya şîrketa çekan RUAG çalakiyek hate kirin û li Lucerne li pêşiya şîrketa Andritz ku di çêkirina bendava ILISU ya ku di hilweşandina Heskîfê de rol digre çalakiyek hate kirin. Li bajarê Zurihê jî serê sibê çalakiya fîşekên hewayî hate lidarxistin. Çalakgeran bi fîşekên hewayî li pêşiya fabriqeya Rehenmetall Defence balkişandin li ser bazirganiya şer.

Li Swed li Malmo, HelsÎngorg, Gotebor û Stockhlê li dijî şîrketên SSAB, SAAB û SCANIA çalakî hatin lidarxistin.

Şevê din li pêşiya navenda giştî ya şîrketa Indra ya Katalonyayê çalakiyekî protestoyê hate kirin. Li paytexta Spanya Madrîdê jî çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin.

Li Ewûstralya, Brezîlya, Swîsre, Elmanya û Bulgaristanê daxuyaniyên lidarxistina çalakiyan hate kirin. Bi giştî li 12 welatan zêdetirî 20 çalakî hatin kirin.

ÇALAKÎ ÎRO JÎ WÊ BIDOMIN

Di roja duyemîn a çalakiyên navnetewî de li Londra, Basel, Elmanya li dijî Rheinmetallê çalakiyên mezin wê werin lidarxistin. Li Munihê li dijî Mercesesê çalakiyek heye heman demê li Yewnanistan li Qada Syntagma, li Kanada û Fransayê wê çalakî werin lidarxistin. Baregeha leşkerî Ghedî ya Îtalyayê wê were dorpêç kirin û li stringeha Barî çalakî hate îlankirin.