Li Ewropayê êrîşên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kurdistanê biparêz e - HATE NÛKIRIN - I

Li gelek bajarên wetatên Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û wiha hat gotin: “Kurdistanê biparêz e“

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hemwext êrîşî Başûrê Kurdistanê jî dike. Li gelek bajarên welatên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

GIESSEN

Kurdistaniyên li bajarê Gießen ê Elmanyayê dijîn, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li îstgeha navendî ya trenê hatin ba hev û êrîş protesto kirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de axaftinên planên qirkirinê teşîr dike hatin kirin. Di çalakiyê de girseya gel timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Schluss mit dem Massaker in Kurdistan!” û “Schluss mit dem Massaker in Rojava!" berz kirin.

SIEGEN

Li bajarê Siegen ê Elmanyayê bi beşdariya bi dehan kesî li ber televîzyona WDR mîtîngek hate lidarxistin.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan ên ku li ser banga Meclîsa Gel a li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û faşîst ên li ser Rojava şermezar kirin. Di çalakiyê de axavftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Rojava erdnîgariyek e ku berdêla mirovahiyê dide. Lewma Rojava ya her kesî ye, divê her kes Rojava biparêze. Parastina Rojava erka mirovahiyê ye.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, komek enternasyonalîstên Elman bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li Balafirgeha Eyaletê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ û “Bijî berxwedana Rojava“ hatin berzkirin.

HANNOVER

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li bajarê Hannover ê Elmanyayê hate protestokirin.

Girseya kete hindirê îstgeja tremê ya Hannoverê dirûşmeyên “Erdoganê Terorîst ji Kurdistanê bicehime“, “Bijî berxwedana Gerîla”, “NATO dide û Erdogan bombe dike“ û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

MONCHENGLADBACH

Li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate protestokirin. Bi dehan kes saet di 17.00‘an de li Monchengladbach Hauptbahnhofê hatin ba hev.

HAGEN

Li bajarê Hagen ê Elmanyayê jî êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin. Têkildarî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî hat xwendin û belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Terorîst Tirkiye“ hatin berzkirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî êrîşên dagirkeriyê bi mîtîngekê hate protestokirin. Mîtîng di saet 17.00’an de li Breslauer Platzê dest pê kir. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG û YPJ’ê, pankartên "Li çar aliyên cîhanê Rojava biparêzin", "Terorîzma dewleta Tirk rawestînin", "Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî Kurdan qetil dike" û "Jin jiyan azadî" hatin hildan.

KÎEL

Navendek din a çalakiyan bajarê Kîel ê Elmanyayê bû. Çalakiya protestoyî li ber îstageha trenê ya navendî ya Kîelê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Defend Kurdistan ve hat organîzekirin. Kurdistanî, Antîfa Kîel û dostên wan ên Elman tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyên bi Elmanî û Kurdî hatin kirin de, hat diyarkirin ku pêngava yekem a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê, bi hinceta teqîna ku li Takîm a Stenbolê da destpêkirin. Di çalakiyê de pankartên ku êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin, hatin hildan.

LONDON

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Jinan a Jiyan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û komkujiyên li dijî sivîlan, li ber Parlamentoya Îngilistanê bi awayek girseyî hat protestokirin. Girseya ku li ber avahiya Parlamentoyê hat ba hev, alên KCK, PYD, YPG û YPJ’ê û pankart û dovîzên têkildarî faşîzma dewleta Tirk hildan. Bê navber bi Îngilizî, Kurdî û Tirkî dirûşmeyên “Komkujiyên li dijî Kurdan, rawestînin”, “Îngilistan dest ji pişgiriya dewleta Tirk berde”, “Îngilistan şerm bike!”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Dewleta Tirk DAÎŞ e, faşîst e” hatin berzkirin.

Ercan Akbal li ser navê Meclîsa Gelê Kurd û Egîd Riha jî li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a hov, ji gel re tenê xwîn, rondikên çavan û zilmê tîne. Di axaftinan bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta Îngilistan hat dayîn û wiha hate gotin: “Hikûmeta Îngilistan hevkarê van sûcên dermirovî ye. Divê gelê Îngilistan bizane ku bi çekên ku ev hikûmet difiroşe, sivîl tên qetilkirin.”

Girseyê tevî hewaya sar jî li ber avahiya Parlamentoyê çalakiya domandin û ji vir bi pêşengiya ciwanan ber bi avahiya Serokwezîrtiyê ve meşiyan. Girseyê li ber avahiya Serokwezîriyê li çalakiya xwe dewam kirin.

DÛÎBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê û Meclîsa Jinan a Asya Yuksel, Kurdistanî û dostên wan li ber Dûîsbûrg Hbfê hatin ba hev.

Di çalakiyê peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Li ser navê ATÎK, MLPD, Gewerkschaft, ThyssenKrûpp IG Metall û Lîlîth Jûngle Strûggl axaftinên piştevaniyê hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava, şoreşa jin, mirovahî û hêviyê ye.

Çalakgeran diyar kirin ku awayê nûçeyên çapemeniya Elman ên têkildarî êrîşên dagirkeriyê, ji çapemeniya alîgirê Erdogan cuda nîne. Bêdengiya raya giştî hat protestokirin.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê jî bi banga Meclîsa Gelê Kurd û Defend Rojava bi sedan Kurdistanî û dostên wan, li ber Elîsenbrûnnen a li navenda bajêr hatin ba hev. Girseyê pankarta ku li ser “Êrîşa faşîst a li ser Kurdistanê rawestîne” hildan û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

STÛTTGART

Endamên Tevger Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Balefirgeha Stûttgartê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin û piştre daketin qadan.

Ciwanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Erdogan” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin.

Li vir ciwanan bi zimanê Elmanî daxuyanî da û bal kişandin li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.

TORONTO

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, li ber avahiya Navenda Civaka Kurd, dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de Kurdan got ku dewleta Tirk a faşîst bi hinceta teqîna li Stenbolê, êrîşê bajarên Kurdan dike û ev yek nayê qebûlkirin û diyar kirin ku plana dewleta Tirk di destê wan de teqiya.

Kurdistaniyan anî ziman ku ew ê weke Kurdên li Torontoyê dijîn, heta ku êrîş bi dawî bibin wê li qadan bin. Kurdistaniyan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê terorîst ji Kurdistanê bi cehime”, “Bijî berwedana gerîla”, “NATO dide, Erdogan lê dixe”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.


          [album=18033]