Li Ewropayê dagirkerî û desteserkirin tê protestokirin

Li Ewropayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, desteserkirina şaredariyên HDP’ê û şîddeta li ser jinan tê protestokirin.

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Dûîsbûrgê mîtîngek hate lidarxistin. Êrîşa dewleta Tirk a li ser Zînî Wertê û desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê hate protestokirin.

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Dûîsbûrgê Nîyazî Oztaş di çalakiyê de axivî û got ku “Rejîma Tirk a faşîst li ser navê têkoşîna li dijî şewbê, bi kirinên xwe yên faşîst êrîşên xwe didomîne. Dewleta Tirk a dagirker ji gorên Kurdan ditirsin û cenazeyên me dixin bin asfaltê. Di heman demê de 5 şaredariyên HDP’ê desteser kir û êrîşên xwe yên li ser Zînî Wertê jî didomînin. Em bang li gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê û hemû saziyên Kurdistanê dikin ku, em bi hev re li dijî vê plana dewleta Tirk têbikoşin.”

ANTWERPEN

Li bajarê Antwerpenê yê Belçîkayê jî êrîşên li ser HDP û tevgera jinan hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama têkoşîna li dijî faşîzmê hate dayin.

STOCKHOLM

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye desteserkirina şaredariyên HDP’ê û girtina siyasetmedaran hate protestokirin.

Kurdistanî li ser rêya Drottnînsdgatanê hatin ba hev, tevî alayên PKK, KCK û Tevgera Jinan a Kurd çalakî li dar xistin.

Hate diyarkirin ku wê her şemî saet di 13.00’an de li pêşiya mixazeya H & M a li Drottnîngsgataê dewleta Tirk were protestokirin.