Li Ewropayê çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin: Li Rojava xwedî derkeve

Li gelek navendên Ewropayê bi mitîng û meşên hatin lidarxistin êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Li Solothûrn û Winterthûr ên Swîsreyê û Mantes-La-Jolîe yên Fransayê bi mitîng û meşên hatin lidarxistin êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

SOLOTHÛRN

Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê bi boneya şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava, li ber stasyona trenê ya navendî daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Qatîl Erdoğan”, “Terorîst Tirkiye ” “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de ji bo giyanê Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê rêz hate girtin. Piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothûrnê (CDK Solothûrn) Kaya Demîr axivî û bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Rojava dike. Ev êrîş ne tenê li herêmên leşkerî tên kirin; Dixwazin binesaziya aborî ya Rojava hilweşînin. Depoyên genim û santralên elektrîkê hedef tên girtin. Weke Kurd û dostên wan heta ev êrîş bi dawî bibin em ê li qadan bin. Li vir em bang li hemû gel û dostên xwe dikin. Li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin.”

Piştre danezana bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga xwedî derketina li gelê Rojava û Şoreşa Rojava hate kirin. Çalakgeran diyar ku heta êrîşên dagirkeriyê bidomin wê li qadan bin.

WINTHERTHÛR

Di çarçoveya kampanyaya “Em bi hev re tevbigerin“ ku ji aliyê Riseup4Rojava ve li dijî êrîşan hat destpêkirin, li bajarê Wînterthûr meşek hat lidarxistin.

Girse, bi pêşengiya CDK Wîntherthûrê, rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsreyî, Komîteya Rojava û Aûfabûyê li Bahnhofplatzê hatin ba hev. Hevserokê CDK Wînderthûrê Îbrahîm Botanê xîtabî girseyê kir û got: “Ji aliyekî ve dewleta Tirk êrîşê Rojava û Başûrê Kurdistanê dike û ji aliyê din ve jî dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê qetlîamê dike.“ Botan destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û banga piştevaniyê kir.

Di daxuyaniya li ser navê Aûfbaûyê hat dayîn de, peyama “Em ê li dijî êrîşên faşîzane bi Kurdan re bin“ hat dayîn.

Piştî xwendina daxuyaniya ji bo çapemeniyê, girse bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“, “Jin jiyan azadî“, “Bijî Serok Apo“ û “Erdoganê kujer“ ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de danezanên bi Elmanî hatin belavkirin. Meş, li qada Obergrabenê bi dawî bû.

MANTES-LA-JOLÎE

Gelê Kurd ku 5 roj in li dijî êrîşan li qadan e, îro bi meşeke li Mantes-la-Jolîeyê, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava protesto kirin.

Kurdistanî, li ber îstgeha Mantes-la-Jolîeyê hatin ba hev û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê û pankartê “Îro Rojava, sibehê hûn; li berxwedêran bibin xwedî“ ber bi şaredariyê ve meşiyan.

Çalakger, bi berzkirina dirûşmên “Erdoganê kujer, Erdoganê dîktator“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bijî berxwedana Rojava“ meşiyan û banga derketina xwedî li Rojava li Kurdistaniyan û dostên wan kir.