Li Ewropayê 34 saziyan li dijî qeyûman banga têkoşînê kirin

Li Ewropayê ji 30'î zêdetir partî û rêxistinên civaka sivîl, li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'ê banga têkoşîna hevpar kirin.  

34 saziyan daxuyaniyeke hevpar dan, gotin, bi têkoşîna hevpar ew ê êrîşa qeyûman bişkînin.

Di daxuyaniya saziyan de, ku di nav wan de KCDK-E, AvEG-KON, Insîyatîva yên ji Behrareş a Ewropayê, organîzasyonên dînî, Asûr û Sûryanî hene, bal kişanin ser dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û hate gotin, ''Dîktatoriya faşîst a Erdogan, vîna gel desteser dike. Şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê 19'ê Tebaxê dîsa bi darbeya qeyûm hatin dagirkirin.''

Bi berdewamî hate gotin gelê Kurdistanê li gel hemû zext û zordarî, tundî, çavtirsandin û gefen dewleta Tirk jî 31'ê Adarê di hilbijartinê de polîtîkaya qeyûman parçe parçe kiriye û şaredariyên ku hatibûn desteserkirin dîsa standin.

Bi berdewamî hate gotin ji 2015'an û vir ve di serî de li ser gelê Kurd, ev êrîş li Tirkiyê li ser şoreşger, pêşverû û wan hemû kesan e ku li serê xwe ji faşîzmê re natewînin û parçeyek ji polîtîkaya şerê gemarî ye, li dijî hemû dilxwazên azadî û demokrasiyê ye. Bi berdewamî hate diyarkirin, hêleke dî ya van êrîşan ew e ku tam di wê demê ye ku gefên dagirkeriya li ser Rojava pir têne kirin û haziriya leşkerî ya li ser sînor hatiye zêdekirin.

34 organîzasyonan gotin, ''Em saziyên demokratîk ku li Ewropayê têdikoşin, em diyar dikin ku em vê êrîşa dîktatoriya faşîst a AKP/Erdogan a li ser gelê me, li dijî vîna demokratîk a gelê me yê Kurd qebûl nakin û em ê qebûl nekin û bi tundî şermezar dkin. Em dixwazin şaredarên ku hatine hilbijartin demildest peywira wan dîsa li wan were vegerandin.

Em diyar dikin, ji bo ku em darbeya qeyûm têk bibin û koalîsyona şer a AKP-MHP'ê bavêjin ser sergoya dîrokê, em ê têkoşîna li Tirkiyê û Kurdistanê, li Ewrpayê bi helwest û pratîka yekbûyî xurt bikin.

Em careke dî dewletên Ewropayê ku desteka leşkerî, siyasî û aborî didine dîktatoriya faşîst a Erdogan û hevkarên sûcê wê şermezar dikin.

Em bang dikin ku li dijî êrîşa dîktatoriya faşîst Erdogan, ku dijminê koçberan û hêzên demokrasî yên xwecih e, li dijî dagirkeriya li ser şaredariyan em li Ewropyê li hemû qadan bi girseyî derkevin kuçeyan û protesto bikin.''

Navê sazî û rêxistinên daxuyanî îmzekirine.

KCDK-E ( Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk li Ewrpayê)

Nûnertiya Dêra Ortodox Suryan Asûriyên Îskandinavya û Ewrpopyê

AvEG-KON( Konfederasyona Penaberan Bindest ên Ewropa )

TJK-E ( Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê)

ESU ( Yekîtiya Suryanên li Ewropa)

PIK ( Partiya Îslama Kurdistan)

NOR-ZARTONK Ewropa ( Rêxistina Ermenî)

ATIK ( Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropa)

Înîsyatîfa Karadeniziyên Ewropayê

ADHK (Konfederasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa)

Partiya Şoreşger-Ewropa

Tevgera Yenî Kadin (Jina Nû=

NAV-YEK (Federasyona Komeleya Êzidiyên Ewropa)

Partiya Çep a Kesk: Ewropa

KKP ( Partiya Komunîst a Kurdistan)

MSD ( Meclîsa Şengal Diaspora)

CÎK ( Civaka Îslamiya Kurdistan)

SKB ( YekÎtiya Jinên Sosyalîst)

Yaşanacak Dunya (Cîhana bê Jiyîn)

Mala Gel a Kurdistan e.V.

FIDEF( Federasyona Komeleya Karkerên Federal Elmanya)

FEDA (Federasyona Demokratîk a Elewiyan)

ASM ( Meclîsa Sirgunên Ewropa)

Platroma Koçgiriyên Ewropa

Kongreya Ji Nû ve Avakirina Dersimê

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

(Forma Aşitî Ewropa ya li Dijî şer û Dîktatoriyê)

Kongreya Gel (Asûrî - Suryanî)

MDDK (Kongreya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya )

Komeleya Alternatîf a Elmanya

Partiya Azadî ya Mezopotamya (Partiya Asûrî)

Komeleya Piştevaniya bi Mezopotamya

Centrûm Çanda Mezopotamya

Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V.