Li Ewropa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakî hatin kirin

Li bajarê Dûîsbûrg, Frankfûrt, Mannhaîm ên Elmanya, Marsîlya ya Fransa û Bern a paytexta Swêdê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakî hatin kirin.

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê sendîkavan, rêxistinên aştiyê û partiyên siyasî di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dijî şer û biçekbûnê daketin qadan.

Bi dehan kesên ku li Kuhtor a Dûîsbûrgê bi banga DTKM, DÎDF, MLPD, REBELL Dûîsbûrg, Solîdarîtat Internatîonal û meşvanên Dûşemê hatin gel hev, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê li dijî bi çekbûnê mitîngek lidar xistin.

Di axaftinên ji aliyê komîteya amadekar hate kirin de bal kişandin li ser ku di sala 2019’an de mezaxtinên ji bo parastina gerdûnî ji 1,8 trilyon dolarî bilind bû 1,92 trilyon dolarî.

Zozan Tolhildan a ku bi navê NCKD’ê axavş balkişand ku pêwîste şer û êrîşên dagirkeriya desthilata AKP-MHP’ê bên protestokirin û diyar kir ku kilîla azadiyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e.

Beşdarbûyan bertek nîşanî hewldanên polîsên ku ji bo astengkirina hilgirtina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan.

FRNKFÛRT

Li bajarê Farnkfûrt a Elmanyayê jî ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek ji Gallûsangele destpê kir. Li vir berî meşê axaftin hate kirin û bal kişandin ser wêrankariya şer û bûceya dewleta Elmanya ji bo biçekbûnê veqetandî û firotina çekan. Di çalakiyê de posterên parêzer Ebrû Tîmtîk a ji bo darezîna bi edalet jiyana xwe ji dest dabû û Aytaç Unsal hilgirtin. Di meşê de peyama Xalid Derwîş ê ji Rojava hate xwendin.

MANNHAÎM

Li bajarê Mannhaîm a Elmanyayê jî meşek hate kirin û di meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Kurdistanê hate kirin. Meş ji paradarplatzê destpê kir. Meşş li Schloss veguherî mîtîngekê. Li vir li ser navê NCKD, Dîe Lînke û MLPD’ê peyam hatin dayîn.

MARSÎLYA

Di roja 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Marsîlya ya bajarê Fransayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin. Çalakiya ku berxwedana Heftanîn hate silavkirin ji aliyê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate organîzekirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Vîeûx Portê hatin ba hev Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Heftanîn silav kirin. Piştî meşa ku belavok belavkirin mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de li ser navê NCKD axaftin hate kirin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê di 1’ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê de ‘çalakiya zîncîra mirovan’ hate kirin. Bi dehan kesên li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Bernê (Bern DGB) li pêşiya Parlementoya Netewî ya Swêdê kom bûn dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de pankata bi nivîs ‘Azadiya Ocalan, azadiya mirovahiyê ye’ hate vekirin.

Li ser navê DGB Bern bi Elmanî, Tirkî û Kurdî belavok hate xwendin û hevserokê CDK Swîsre Alî Şîmşek jî axîvî.Piştî axaftinên li ser navê saziyan û şûnde çalakî bi dawî bû.