Li Awûstralya û Danîmarkayê resepsiyonên Newrozê!

Kurd û dostên wan li Awûstralya û Danîmarkayê ji bo Newrozê resepsiyon çêkirin.

Li bajarê Melboûrnê yê Awûstralya, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) duh ji bo Newrozê resepsiyonek hate dayin.

Di resepsiyonê de parlamenterên Partiya Karker, Seroka Partiya Keskan, endamên meclîsa şaredariya Morelandê, yên şaredariya Yarrayê, Seroka Konseya Civakên Etnîk, Seroka PEN'ê ya Melboûrnê, endamên desteya rêveber, akademîsyen, Serokê Xizmên Sosya a Navnetewî ya Ewistralayê, lêkolîner û rêveeberên Komeleya Tirkiyiyan, yên Navena Çanda Anatoliyê hazir bûn.

Parlamenterê Partiya Karker Peter Khalîl got Kurd li eniya pêş têkoşîna demokrasî û sekuleriyê didin û diyar kir divê ew vê têkoşîna Kurdan pîroz bikin.

Seroka Şaredariya Morelandê Natalîe Abboud jî got, ciwanên Kurd bi ser çanda xwe ve ne û wê dijîn û vê jî bandor lê kiriye.

Lîdera Partiya Keskan a Eyaleta Vîctorîayê Samantha Ratman jî ew heyranê têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê ye. Parlamentera Partiya Karke Marî Vamvakînou jî diyar kir ew li pişt têkoşîna Kudan in.

LI PARLAMENTOYA DANÎMARKAYÊ NEWROZ

Bi pêşengiya Komleya Dostaniyê ya Danîmarka- Kurdan Kurdîsk Forumê li avahiya parlmantoyê, li Qesra Chrîstîanborgê konferansek ji bo Newrozê hate çêkirin. Mêvana rûmetê Hevşaredara Cizîrê Leyla Imret bû.

Di konferansê de axaftvanan ba kişandin grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî û hate gotin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Li ser navê Kurdîsk Forumê Vîllo Sîggûrdsson got, ''Tecrîda li ser Ocalan êşkence ye''.

Parlamentera Partiya Alternatîf Ulla Sandbæk di axaftina xwe de got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê Mandela ye, hêviya wê ew e ku Ocalan mîna Mandela bibe serokê welatê xwe.  

Ji Partiya Koalîsyona Sor û Kesk milletvekili olan Søren Søndergaard jî di axaftina xwe de got Kurd ji bo hemû mirovahiyê şer dikin, divê hemû mirovahî li pişta Kurdan be û diyar kir, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe û PKK ji lîsteya terorê were derxistin ew li cem Kurdan in.