Li Erfûrtê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarê Erfûrt a Elmanyayê çalakvanên greva birçîbûnê Cemal Kobanê û parlementera Elman jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Kurdistaniyên li bajarê Erfûrt a Elmanya û derdorî wê dijîn, Newroz pîroz kirin. Di aktivîteya li restoranta Sen-hongê hate pîrozkirin, hevserokên NCKD Ezîz Yildiz û Mûcîze Kuçuk axivîn.


Di şahiyê de berxwedêrê greva birçîbûê ya bêdawî û bêdorveger ê li bajarê Kassel ê Elmanyayê Cemal Kobanê yê 47 roj e di grevê de ye û Parlementera Eyaleta Thurîngen a Partiya Çep a Elmanya (Dîe Lînke) Chrîsîna Scharft axivîn.
Piştî nîşandana sînevîzyonê û şûnde, koma şanoyê Koma Demhat Tîraj û Koma Soresa Serserm û Hunermend Seyda Perînçek derketin ser dikê.