Li Emerîkaya Latîn çalakî: Ji Abdullah Ocalan re azadî!
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolombiya, Meksîka û Arjantînê hatine destpêkirin dewam dikin.
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolombiya, Meksîka û Arjantînê hatine destpêkirin dewam dikin.
Çalakiyên di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li Emerîkaya Latîn hatine destpêkirin dewam dikin. Li Kolombiya, Meksîka û Arjantînê çalakiyên ji bo şikandina tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin dewam dikin.
ARJANTÎN
Di çarçoveya pêngavê de Tevgera Jinên Kurdistanê jî beşdarî Civîna Jinan a Pirneteweyî ya ku her sal li Arjantînê bi awayekî kevneşopî tê lidarxistin, bû. YPJ'ê ji civîna li Jucûyê re peyama dîtbarî jşand. Her wiha di çalakiyê de broşur jî hatin belavkirin.
Tevgera Jinên Kurdistanê û komîteyên hevgirtinê li ser mijara Mujeres La Sexta, Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê û Otonomiya Chiapasê ya Zapatista semîner li dar xistin. Her wiha bi gelê Abrapampa yê li ser sînorê Bolîvyayê dijîn û di van salên dawî de ji bo axa xwe di nava berxwedaneke mezin de ye civînek hat lidarxistin û semînera li ser xweserî û konfederalîzma demokratîk hat lidarxistin. Di çarçoveya heman mijarê de bi gelên xwecihî yên li Salinas Grande dijîn re jî civîn hat lidarxistin.
MEKSÎKA
Rêzeçalakiyên bi pêşengiya tevgera jinan û komîteyên hevgirtinê yên li Meksîkayê hatibûn destpêkirin, dewam dikin. Kolektîfa Sandoval piştî Navenda Çandê ya La Resistenciayê, pêşangeha wêneyan a bi navê “Fikir, Zikir, Çalakî” vekir. Pêşangeh wê heta 23’ê Cotmehê berdewam bike. Endamên Kolektîfa Sandoval ku pêşangeha wêneyan li dar xist, li dijî tecrîda li Îmraliyê bangawazî kirin. Dîsa komîteyên hevgirtinê, Tevgera Jinên Kurdistanê û Radyoya Zapote li ser tecrîdê bernameyeke taybet li dar xistin.
KOLOMBIYA
Tevgera Jinên Kurdistan-Jinên Pêşerojê Dirêsin li ser dîwarê Zanîngeha Antioquia ya bajarê Medellîn ê Kolombiyayê wêneyê Rêberê Gelê Kurd xêz kir. Xwendekarên Zanîngeha Antioquia ya ku yek ji zanîngehên herî naskirî yên welat e piştgirî dan çalakiyê û li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd nîqaş hatin kirin.