Li Elmanyayê yekemcar endamekî rejîma Sûriyeyê hate cezakirin

Sîxurekî berê yê rejîma Sûriyeyê ku li Elmanyayê dihate darizandin ji ber 'sûcê li dijî mirovahiyê' hate cezakirin.

Doz li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê pêk hat û endamê berê yê îstîxbaratê Eyad el Gharîb sûcdar hate dîtin. El Gharîb ku sala 2012'an ji hêzên rejîmê cihê bû û piştre hate Elmanyayê, dihate sûcdarkirin ku di Îlon û Cotmeha 2011'an de ji girtina bi dehan xwepêşandêrên li Dûmayê berpirsyar bû û ew radestî navendeke êşkenceyê kiribû.

Ji ber sûcê li dijî mirovahiyê 4.5 sal cezayê girtîgehê li Eyad el Gharîb hate birîn. Bersûc bi "zexta rêk û pêk a li dijî xwepêşandêran" sûcdar hate dîtin.

Biryar ji aliyê Sûriyeyiyên li Elmanyayê tevlî dozê bûn hate silavkirin û hate ragihandin ku ev biryar dikare bibe mînak. Wezareta Karên Derve ya Elman jî biryar weke 'dîrokî ye' pênase kir. Ev yek cezayê yekemîn ê girtîgehê ye ku li derveyî welat li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê yên rejîma Sûriyeyê hatiye birîn.

Di doza ku par 23'ê Nîsanê dest pê kir de, kesê bi navê Anwar Raslan jî tê darizandin. Ev kesê navborî bi sûcên hîn girantir tê sûcdarkirin. Di rûniştina 10'ê Adarê de Raslan wê ji ber rola xwe ya di êşkencekirina 4 hezar girtî û kuştina 58 kesî de bê darizandin.