Li Elmanyayê qetilkirina jinan hate protestokirin

Li Freîbûrg, Esslîngen, Nurnberg, Hambûrg, Hîldesheîm û Sttûtgart ên Elmanyayê qetilkirina jinan hate protestokirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê êrîşa li ser Mexmûr û Zînî Wertê hate protestokirin. Çalakiya ku li Kartoffelmarkt hate kirin bal kişandin ser planên konsepta qirkirinê û hate gotin ku ew hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk qebûl nakin.

ESSLÎNGEN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Esslîngen li HBF’ê ahtin ba hev êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Kurdistaniyên ku bang li PDK’ê kirin, daxwaz kir ku divê demildest ambargoya demek dirêj e li ser Mexmûrê bi dawî bikin û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk bi dawî bike.

NURNBERG

Di mîtînga li ser banga Mala Gel a Medya, SKM û Saziya Jinên Nû a li bajarê Nurnbergê hate kirin, qirkirina jinan hate protestokirin. Gelek jinên ku li Lorenzekîrchenê hatin ba hev bi pankart û dowîzên ‘Şideta li ser jinê polîtîk in’ û ‘Meryem ne bi tenê ye’ hatin vekirin. Hate ragihandin ku wê 11’ê Gulanê roja Yekşemê saet 18:00’ê li Lorenzekîrcheyê mîtîngek bê kirin.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê ji bo Meryem Şahîn çalakiyek hate kirin. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrg, Hambûrg Yenî Kadin, Tevgera Jinan a Demokratîk ê Ewropa, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (YSB), Yekîtiya Jinên Koçber ên Ewropa, Tora Jinan a Enternasyonalîst, Coûrage, Basên Jinan ên Partiya Komunîst a Elmanya, Platforma Demokrasî ya Ewropa,, Koma Jinan a Hambûrg, jinên femînîst jî di nav de gelek rêxistin amade bûn di çalakiyê de. Di çalakiyê de hate gotin ku êrîşa li ser Meryem Şahîn hate kirin, êrîşeke li ser vîna hemû jinan e.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê qetilkirina jinê û êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Çalakiya ku li Qada Angoûleme hate kirin dowîz û pankartên bi nivîsên ‘Pilan û şerê dewleta Tirk û milîsên wê pilan dikin rawestînin’ û ‘Şideta li ser jinê polîtîk e’ alên TEV-DEM û TJK E hatin hildan.

STTÛTGART

Yekbûyên jinan li Sttûtgartê şideta li ser jinan protesto kirin. Tevgera Jinên Kurd, Yenî Kadin, ADKH, KB, Alinterî, Dîe Lînke û Zûsammen Kampfen ên li Qada Kobanê ango Schlotplatzê hatin ba hev şideta di şexsê Meryem Şahîd ku li Hambûrgê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hate qetilkirin, ya li ser hemû jinan protesto kirin. Her wiha bi boneya salvegera 48’an a darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan jî çalakiyeke ya bîranînê hate kirin.