Li Elmanyayê ji bo Şengalê çalakiyên konvedanê dest pê dikin

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê, ji statuya Şengalê li Elmanyayê dest bi çalakiyên konvedanê dikin. Bi vê armancê wê ji bo 3 rojan li bajarên Oldenbûrg û Kleveyê yên Elmanyayê kon bên vedan.

Bi navê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Meclîsa Şengalê ya li derveyî welat, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidyan, Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê, Navenda Çadna Êzidiyan û Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan, Koordînasyona Civaka Êzidî yıa li Ewropayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku civaka Êzidî di serî de li Şengalê, li her deverê li dijî peymana Hewlêr-Bexda-Enqere ya ji bo têkbirina vîn û rêveberiya Êzidiyan li ber xwe didin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku konê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê ahtiye vedan, ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe 84 roj li pey xwe hiştiye û bi biryardarî dewam dike.

Bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê hate ragihandin ku ji bo parastina rûmet, îrade û statuya Şengalê ew jî dest bi rêzeçalakiyên dorveger dikin.

Li gorî daxuyaniyê wê di navbera 25-27'ê Sibata 2021'ê de li bajarê Oldenbûrgê yê Elmanyayê, di navbera 4-6'ê Adara 2021'ê de jî li bajarê Kleveyê kon bê vedan.

Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî û dostên wan hate kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin û hebûna civaka Êzidî û siberoja wan biparêzin.

Di daxuyaniyê de li ser dem û cihê çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

OLDENBÛRG
Dem: 25-27.02.2021
Saet: 12:30-15:00
Cih: Langestrasse 7, 26122 Oldenburg

KLEVE
Dem: 04-06.03.2021
Saet: 12:30-15:00
Cih: Kavaringerstrasse 30, 47533 Kleve