Li Elmanyayê di hilbijartinê de dengê SPD û CDÛ nêzî hev e

Li Elmanyayê saet di 18.00’an de sindoqên hilbijartinê hatin girtin. Li gorî encamên pêşîn ên ku ARD’ê weşandiye dengê CDÛ û SPD’ê derdora ji sedî 25’an e.

60 milyon û 400 hezar kes ji bo hilbijartina Meclîsa Federal çûn ser sindoqan. Sindoq wê saet di 18.00’an de bihata girtin lê ji ber ku beşdarî zêde bû, din sindoq bi derengî hatin girtin.

Piştî saet 18.00’an kanalên televîzyonê yên Elman ARD û ZDF’ê encamên pêşîn weşandin. Li gorî encamên pêşîn dengê CDÛ û SPD’ê ji sedî 25 e, yê Partiya Keskan ji sedî 15 ye, yê AfD’ê ji sedî 11, yê FDP’ê ji sedî 11 û yê Partiya Çepgir jî sedî 5 e.

Li gorî encamên pêşîn ên ZDF’ê dengê SPD’ê ji sedî 26 e û ew di hilbijartinê de bûye yekemîn.