Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) roja Pêncşemê li parkek qelebalix a li bajarê Grevenbroichê hatin ba hev û paraznameyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Sosyolojiya Azadiyê’ xwendin.
Ciwanên ku alên TEV-DEM, YPG û TekoJIN û wêneyê Abdullah Ocalan vekiribûn, diyar kirin ku armanca wan pirtûk û îdeolojiya Abdullah Ocalan gihandina tevahiya gel e.
Rêxistinên ciwanan destnîşan kirin ku ew li ser gotina Abdullah Ocalan a ku dibêje “Paraznameyên min li kur bin ez jî li wir im” vê çalakiya xwe ya pirtûk xwendinê pêk tînin û gotin ku ew ê bi xwendinê xwe di felsefeya Abdullah Ocalan de pêş bixin.
Ciwanan piştî xwendinê li ser mijarên mîna azadî, hevjiyana azad û li ser hebûna jinê nirxandin kirin.