Li Elmanyayê balafirgeh xitimîn

Li Elmanyayê ji ber greva 25 hezar xebatkarên ewlekariya rêyên hewayî, balafirgeh xitimîn. Ji ber greva ku nîvê şevê destpê kir nêzî 1100 seferên balafiran betal bûn.

Bi banga sendîkaya Ver.dî ku xebatkarên li sektora xizmetê ya li Elmanyayê temsîl dike, greva ji bo 24 saetan nîvê şevê destpê kir. Li balafirgeha Frankfûrtê ku yek ji balafirgehên herî mezin ên Ewropayê ye, li balafirgehên Berlîn, Hambûrg û Stûttgartê trafîka hewayî ji ber grevê rawestiya. Nêzî 1100 seferên balafiran betal bûn. Grevê bandor li 200 hezar rêwiyan kir.

Sendîkaya Ver.dî dixwaze ku mûçeyê xebatkaran ji bo serê saetekê bi 2 euro û 80 centan bê zêdekirin û mûçeyê karê zêde jî bê bilindkirin.

Li Elmanyayê hefteya derbasbûyî jî karkerên rêyên hesinî ketibûn greva herî demdirêj a dîroka xwe û bandoreke giran li seferên trenan bûbû.

Li Elmanyayê li gel enflasyona bilind ji ber ku mûçeyên xebatkaran di heman astê de nayê zêdekirin, li gelek sektoran hevdîtinên li ser peymana giştî xitimî ne.