Li Elmanyayê 1’ê Gulanê li 4 bajaran hate pîrozkirin
Li 4 bajarên Elmanyayê ji bo 1’ê Gulanê çalakî hatin kirin.
Li 4 bajarên Elmanyayê ji bo 1’ê Gulanê çalakî hatin kirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ji aliyê Însyatîfa Dostên Gelê Kurd Roland Schûsterê ve êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kirin.
STÛTGART
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê di çarçoveya şahiyên 1’ê Gulanê de NCKD, Partîzan, Alinterî, Dîe Lînke, Sendîkaya Verdî, Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan, TKEP/Lenînîst, MLKP, DÎDF Stûttgart, DKP û TKÎP’ê ve li Marktplatzê civiyan ber bi Marîenplatzê ve meşiyan.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî PKK’ û ‘Berxwedan Jiyane’ hatin qîrkirin.
ÛLM
Li bajarê Ûlm jî ADHF, AGEB, AGÎF, ATÎF, KON-MED, MLPD, SYKP, AKM, DKP, Kolektîfa Grup Yorum, SKB, Meclîsa Jinan a SYKP, Eniya Gel, Young Stuggel, Kolektîfa Sor Xemrî, HDP / Yekbûyên HDK, Partizan, PGI/MLM, MLKP, Umweltgewerkschaft, Rebell, YDG, Yeni Kadın, Yekîtiya Enternasyonal 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Mîtîng li qada herî mezin a Ûlmê Munsterplatzê hate kirin. Di mîtîngê de bê navber dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulanê’, ‘Bijî Piştevaniya Şoreşger û Sosyalîzmê’ û ‘Bijî Piştevaniya Enternasyonal’ hatin qîrkirin.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran hate pîrozkirin.
Meşa ku ji aliyê Mala Gel a Medya û Lînke Elmanya ve hate organîzekirin li pêşiya Aûsesplatzê hate kirin û li Qada Conmarteyê jî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.