BI DÎMEN

Li Elmanya û Awûstûryayê desteserkirin hat protestokirin

Li Inssbruck, Kiel û Oldenburgê Kurdan û dostên xwe, desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê protesto kirin.

Kurdan û destên wan ên ku li eyaleta Tîrolê ya Awûstûryayê dijîn, desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê protesto kirin. Girse li pêşiya peykerê Annasaule yê li ser caddeya Maria Terresiayê kom bû û pankartên ku desteserkirina vînê teşhîr dikin vekirin û broşur belav kirin. 


Di daxuyaniya çalakiyê de jî hat diyarkirin ku vîna gelê Kurd hatiye desteserkirin û tê xwestin ku bi kiryarên derhiqûqî hêza gel bê şikandin. Di dawiya mîtîngê de dirûşmeya “Terorîst Erdogan, terorîst Tirkiye” hat berzkirin. 

KIEL

Li bajatê Elmanyayê Kîelê endamên Defend-Kurdistan û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Kîelê ji aliyê dewleta Tirk ve desteserkirina vîna gelê Bakurê Kurdistanê protesto kirin. 
Girse li Asmus-Bremer Platzê kom bû û dirûşmeyên “Bimre faşîzm”, “Li dijî faşîzmê hevgirtin”, “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

OLDENBURG

Desteserkirina vînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve û êrîşên wê yên qirker ên li dijî Rojavayê li Oldenburgê hatin protestokirin. Desteserkirina vînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê û êrîşên wê yên qirker ên li dijî Rojavayê li bajarê Elmanyayê Oldenburgê hatin protestokirin. 

Çalakiya protestoyê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Oldenburgê Dadaş Kutluoglu axivî û bal kişand ser polîtîkayên durû yên dewleta Tirk. Kutluoglu, wiha axivî: “Ji aliyekê ve dibêjin em aşitiyê dixwazin, ji aliyê din ve qeyûman davêjin ser şaredariyên hatine hilbijartin û qadên jiyanê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin. Divê em bizanin ku dewleta Tirk a ku êrîşên nijadkujiyê bi rê ve dibe dargirker e.”

Çalakiya protestoyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ji qeyûman re na” bi dawî bû.