Li Dusseldorfê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû çalakî hat kirin

Li Dusseldorfê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû ku li Sirbîstanê girtî ye, çalakî hat kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê yê Pîroglû.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû li pêşiya Konsolosxaneya Sirbîstanê çalakî hat lidarxistin û daxwaza berdana wî hat kirin.

Di çalakiya ku bi banga ADGB, MLPD û TSP’ê hat lidarxistin û pêkhateyên ADGB’ê MLPD, SKB û TSP’ê tevlî bûn de, bal kişandin ser rewşa tenduristiyê yê Ecevît Pîroglû û daxwaza berdana wî hat kirin.

Di axaftinên çalakiyê de wiha hate gotin: “Jiyana şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû ku 3 sal in ji aliyê dewleta Sirbîstanê de tê girtin, di xeteriyeke cidî de ye. Dewleta Sirbîstanê ji bo ku Pîroglû radestî dewleta Tirk a faşîst bike, bi awayekî bêhiqûq di girtîgehê de digire.”

Greva birçîbûnê ya duyemîn ê Pîroglû ku di 12’ê Sibata 2024’an de destpê kir, di rewşekî krîtîk de ye. Pîroglû ku ket 48 kîlo, berê ji bo ku radestî dewleta Tirk neyê kirin 136  roj greva birçîbûnê girtibû. Mafê Pîroglû yê dermankirinê jî hatibû astengkirin. Radestkirina Pîroglû ji dewleta Tirk re di encama kampanyaya navneteweyî û greva birçîbûnê ya Pîroglû de hatibû astengkirin.

Tevî biryara berdanê jî neberdana Pîroglû nîşan dide ku bazarên siyasî ên qirêj bi dewleta Tirk re didomin. Dewleta Sirbîstanê bi girtina Pîroglû sûc dike.

Rewşa tendurstiyê yê Pîroglû ku 112 roj in greva birçîbûnê ya duyemîn didomîne, her ku diçe nebaş dibe. Hinavên wî gelek fonksiyonên xwe winda dike. Bêhiş dibe, dikeve û hevsengiya xwe winda dike. Niha li nexweşxaneyê ye. Dewleta Sirbîstanê ji rewşa Ecevît Pîroglû berpirsiyar e.

Em bang li dewleta Sirbîstanê dikin ku dev ji bazara qirêj a bi dewleta Tirk a faşîst re berde û bi pêkanîna hiqûqê Pîroglû berde.”

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Ji Ecevît Pîroglû re azadî”, “Bijî Piştevaniya Enternasyonalîst” û “Azadî ji girtiyên polîtîk re” hatin berzkirin.

Piştî axaftinan dosyayek ji konsolosxaneyê re hat dayîn û çalakî bi dawî bû.