Li Dûîsbûrgê tecrîd hate protestokirin

Li Dûîsbûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate protestokirin û berxwedana greva birçîbûnê ya ji bû şikandina tecrîdê hatî lidarxistin, silav kirin.

Li Dûîsbûgê bi banga NCDK’ê bi dirûşmeyên “Me qetlîamên Mereş-Roboskî ji bîr nekirine em ji bîr nakin”, “Tecrîdê bişkênîn, faşîzmê birûxînin” û “Ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehan dom dike em bêdeng nemînin” mitîngek hate lidarxistin.

Mitînga di seat 15:00’an de li Stasyona Trenê ya Nevenda Dûîsbûrgê hatî lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Li ser navê NCDK’ê Amara Çiya axivî û got: “Beriya niha 9 salan 34 ciwanên Roboskî bi balafirên şer hatin qetilkirin. Em van 34 kesên xwe yên parçeyên laşên wan hatîn komkirîn û bi hêstiran hilgirtîn, bi rêzdarî bibîr tînin.”

Çiya teqez kir ku çeteyên îro êrîşî Rojava û Şengalê dikin ti ferq di nava hişmendiya wan û yên ku li Roboskî û Mereşê Kurd qetil kirîn de nîne û diyar kir ku berxwedaniya greva birçîbûnê ya ku 27’ê Mijdarê ji bo bi dawî anîna tecrîdê li girtîgehan hatî destpêkirin, bi koma 7 di roja 33’an de dom dike.

Çiya anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayeke sîstematîk di bin tecrîdê de ye û destnîşan kir ku wê li dijî tecrîdê berxwedan dewam bike û got: “Heta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan neyê azadkirin wê têkoşîna me dom bike.”

Piştre li ser navê TEKO-JIN Solîn Amara axavî. Piştî axaftinan mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Wê hesabê qetlîamên Mereş-Roboskî were pirsîn” bidawî bû.