Li Dûîsbûrgê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li bjarê Duîsbûrg ê Elmanyayê bi sedan kesî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Keddaran bi çalakiyekê pîroz kirin.

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrg, NAV-DEM Dûîsbûrg, AGÎF, DÎDF û Partiya MLPD a Emanya 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.

Tevî biryara Dadgeha Eyaleta Dûîsbûrgê ya ji ber pandemiyê destûr hatiye dayîn ku mîtînga bi tevlîbûna 30 kesî bê kirin jî, bi sedan kes hatin ba hev.

Girseya ku saet 11:00’an li Hamborn Rathaûsê kom bûn, li ser biryara dadgehê tenê 50 kes karîn bikevin qada mîtîngê. Yên din li derve man.

Li qadê axaftin hatin kirin û stranên Kurdî, Tirkî û Elmanî hatin qîrkirin.

Mîtîng bi dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulanê’ û ‘Bijî Biratiya Gelan’ bi dawî bû.