Li Dûîsbûrg û Essenê desteserkirin hate protestokirin
Li bajarên Elmnaya Dûîsbûrg û Essenê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê hate protestokrin.
Li bajarên Elmnaya Dûîsbûrg û Essenê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê hate protestokrin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê kon hate vedan û desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdîn yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve hate protestokirin.
Çalakî ji aliyê NCDK Dûîsbûrg ve hate lidarxistin û dostên HDP’ê jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî duh li pêşiya Navenda Îstasyona Trenê destpê kir û îro jî dewam kir.
Di çalakiyê de nûnertiya Komîteya Piştevaniya bi Rojava re, Hevserokê ATÎK’ê Suleyman Gurcan axivîn.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Ji qeyûman re na” , “Kujer Erdogan” û “Bijî HDP” hate berzkirin û çalakî bi banga beşdarbûna meşa sibê saet 14:00’an a li Dusseldorgê li pêşiya DGB Haus were kirin, bidawî bû.
ESSEN
Li bajarê Essen ê Elmanyaê jî têkildarî desteserkirina şaredariyan bi armanca agahdarkirina gel çalakî hate kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û axaftin hate kirin. Di axaftinan de desterserkirina şaredariyan hate şermezarkirin.