Li Drancyê ji bo piştgiriya HDP Îdirê şevek hate lidarxistin

Li Drancyê ya Parîsê ji bo HDP Îdirê şeveke piştgiriyê hate lidarxistin.

Li Drancyê ya Parîsê ji bo HDP Îdirê şeveke piştgiriyê hate lidarxistin.

Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk, parlementerê berê yê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman, nûnerê HDP’ê yê li Ewropayê Farûk Dorû tevlê bûn. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç yê ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye jî peyamek şand. Eksîk, Adiyaman û Dorû di şevê de axivîn.

Di şevê de ji bo xebatên hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de û ji bo dengdayînê agahdarî hatin kirin. Di axaftinan de jî qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin.

Di şevê de Nûarîn, Şemdîn, Derwêş Serhedî, Farqîn Azad, Deza Amed û Hozan Marûf jî stran strandin.