Li Drancy’yê ciwanan ji bo azadiya Ocalan çalakî kirin

Ciwanên aktîvîst ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Şoreşger (JCŞ) li banliyoya Drancy’yê ya paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakî kirin.

Li banliyoya Drancy’yê ya Parîsê ji bo azadaiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakî hate kirin.

Nêzî 100 ciwan tevlî çalakiya ku di çarçoveya hemleya ‘Nehêle’ de ya bi dirûşma “Îcaze nede tecrîd û faşîmê” pêkhat bûn. Ciwanan ku bi rakirina porsterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Alên PKK dest bi meşê kirin, bi zimanê Kurdî û Fransî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ocalan re azadî” û “Erdoganê faşîst” berz kirin.

Ciwanan di refa herî pêşiyê de pankarta “Ji Ocalan re azadî” bi çend zimanan vekiribûn, her wiha bi pankartên ku bi zimanê Kurdî û Fransî yên li ser hatibûn nivîsandin “Tundiya li hember tevgerên jinan bi dawî be” û “Faşîzma Tirk rawestîne” ve meşiyan. Ciwana di dema meşê de fîşekên hewayî û dumana rengî bikar anîn.

Piştî meşê jî mîtîngek hate çêkirin.