Li Drancy û Mantes-la-jolîe tecrîda Îmraliyê hat protestokirin

Li banliyoya Mantes-la-jolîe ê Fransayê û li banliyoya Drancy ya Parîsê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Kurdistaniyên ku di saetên nîvro de li pêşiya stastoya Mantes-la-jolîe li hev civiyan, tecrîda Îmraliyê protestokirin. Çalakvanan flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa “Lîberte pour OCALAN” hilgirtin. Beriya daxuyaniyê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên kîmyewî yên li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hate diyarkirin ku Kurdistanên li Ewropayê deng bidin dengê gerîlayan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pêkanîn û tecrîd demildest bi dawî bibe.

DRANCY

Kurdistaniyên ku li banliyoya Drancy ya Parîsê bi banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê li hev civiyan, polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê yên dewleta Tirk a faşîst protestokirin.

Meşa ku di çarçoveya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de pêk hat, li pêşiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê destpê kir û li pêşiya stasyona Bobîgny bi dawî bû.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Rêber Apo re azadî” hatin berzkirin. Bi dowîz û danezanên têkîldarî tecrîdê raya giştî ya Fransayê hat agahdarkirin. Meş bi mitîngê bi dawî bû.

Li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê ji bo hemû cîhanê şerm e û hate destnîşankirin ku CPT û Konseya Ewropayê demildest dest ji polîtîkayên xwe yên durû berdin.

Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Mele Zahir mafê axaftinê girt û anî ziman ku tu aliyên mirovî, olî û hiqûqî ya tecrîdê nîne.