Rûniştinên 2025’an ên Kongreya Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (KE-YBYK) 2025 îro bi dawî bûn. Di roja dawî ya rûniştinan de axaftina Alîkara Hevşaredara Çinarê û endama Kongreya Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê Kader Ûzûn axaftin kir. Kader Ûzûn polîtîkayên qeyûman ên ji sala 2016'an û vir ve li Tirkiyeyê didomin bi tundî rexne kir û banga çalakiya lezgînî li Konseya Ewropayê û muxalîfên li Tirkiyeyê kir.
Kader Ûzûn diyar kir ku şandina qamûn derbeya li demokrasî, vîna hilbijêran, têkoşîna hevserokatiyê ya jinan û mîrateya çandî ye û got: "Ji sala 2016'an û vir ve hevşaredarên li bajarên Kurdan hatine hilbijartin ji wezîfeyê tên dûrxistin, li şûna wan qeyûm tên tayînkirin û bi hincetên vala cezayê li wan dibirin.”
Li gorî agahiyên ku Kader Ûzûn dan, ji 102 hevşardariyên di sala 2014'an de hatin hilbijartin 95, ji 65 şaredar û hevşaredarên di sala 2019'an de hatin hilbijartin 48 jê qeyûm şandin şûna wan. Di sala 2024’an de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî di nav de 10 şaredarî û 4 şaredariyên CHP'ê qeyûm hatin tayînkirin. Her wiha Şaredarê Stenbolê ji wezîfeyê hat girtin û hat girtin.
‘NIHA NE DEMA GOTINÊ YE, DEMA ÇALAKIYÊ YE’
Kader Ûzûn polîtîkayên qeyûman weke pêkanîna sîstematîk û keyfî ya daraza ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye desteserkirin, bi nav kir û wiha domand: "Her daxuyaniyên ku vê êrîşa li dijî demokrasiyê şermezar dike bi nirx e, lê niha ne dema gotinê ye, dema çalakiyê ye.”
Kader Ûzûn ev bang kir: “Divê Kongreya me û hemû saziyên Konseya Ewropayê li gorî rêgezên xwe berpirsyariyê bigirin ser xwe, li hemberî van pêkanînan tedbîrên cidî bigirin û gavên berbiçav bavêjin.”