Li dijî qedexeya li ser PKK’ê li Kasselê çalakî hate lidarxistin

Kurd û ciwanên enternasyonalîst ên li bajarê Kasselê ya Elmanyayê dijîn di salvegera 27’emîn a qedexekirina PKK’ê de li gelek cihên bajêr pankart daliqandin û qedexeya li ser PKK’ê protesto kirin.

Ciwanan pankartên bi Elmanî yên bi nivîsa ‘Qedexeya li ser PKKê rakin, berxwedan nayê terorîzekirin’ li pêşiya şaredariya Kasselê, li ketin û derketina 3 otobanan daliqandin û bi meşaleyan bal kişandin ser çalakiyê.