Li dijî planên dagirkeriyê banga lezgîn

"Civîn, bang li hemî partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî dike ku bi rihê Newrozê kom bibin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin."

Encamên civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û Kesayetên Serbixwe yên Kurdistanî bi dauxyaniyekê hatin eşkerekirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasiya Hevbeş, roja 23.03.2024an, civîna xwe ya bîstûhftemîn li gel Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda  KNK'ê, li Brukselê pêk anî. Ji ber rewşa awerte ya Kurdistanê, ev civîn berfireh hate girtin. Wê encamnameya civînê bi awayekî berfireh bête bilavkirin. Lê ji ber gef û êrîşên dijminan ên li ser Kurdistanê em vê banga lezgîn bi raya giştî re parve dikin.

Dewleta Tirk, li başûr û li rojavaya Kurdistanê xwe ji operasyonên mezin re amade dike. Di serî de Erdogan û rayedarên dewleta Tirk yên peywendîdar di her firsetê de, me Kurdan tehdît dikin, gefan li me dixwin û bi eşkere dibêjin emê li ser we opersyonên mezin pêk bînin. Amanca dewleta Tirk ew e ku hemî desketên Kurdan têk bibe. Ji bo bigihên van amancên xwe, hemî rê û rêbaran dixebitînin. Ji bo ji xwe re hevkaran bibînin, hemleyek dîplomasiyê dane destpêkirin. Wefdên wana geh li Emerîka, geh li Ewropa, geh li Rusya, geh li welatên Ereba ne. 

Li aliyê din ji mehên payîzê vir ve, rêya Iraqê ji xwe re kirine rêya avê. Her meh an jî ji çend hefteyan carekî, an serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin an jî ji Iraqê heyetan vediwînin Enqere yê. Ji serdan û hevdîtînên li gel Iraqê u hukumeta Herêma Kurdistanê, amanca dewleta Tirk ewe ku dewleta Iraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê jî bike şîrîkê vê siyaseta xwe ya xwînrêj û xirab. Li gora xwe çi navî lê datînin bila danin dewleta Tirk, dijê gelê Kurd, di nava şer de ye. Dixwaze hukumeta Iraqê jî bixe nava vî şerî û dijê gelê Kurd bide şerkirin.

Dewleta Tirk dijê hemî deskevtên Kurda ye û dijê deskevtên Herêma Kurdistanê ye jî. Di serî de Erdogan û gelek rayedarên dewleta Tirk, gelecek caran gotine û dibêjin “xetayên me li bakura Iraqê kirî em ê li bakura Suriya yê nekin”. Pêwîste her Kurd wateya vê gohtinê baş fêhm bike. Polîtîka dewleta Tirk ew e ku di encamê de deskevtên başûra Kurdistanê jî, ji holê bêne rakirin. Divê ev rastî ji teref hemî Kudan ve bête dîtin û hemî Kurd bi hevre, li hember van planên dewleta Tirk derkevîn. Pêwîste rêveberiya PDK'ê li hember ew metirsiyên ku amanca wan ya sereke têkdan û ji navbirina statûya Herêma Kurdistanê ye hişyar û hestyar bin.

Li aliyê din rayedarên dewleta Tirk, rojane gefan li rêveberiya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan Kurdistan – YNKê dixwin û zextekî mezin li ser devera Silêmaniyê pêk tînin. Ev zext û tehdîtên wana bi çi awayî nayêne pejirandin û her kurdekî welatparêz divê dijê van zext, gef û tehdîtan raweste.

Li ser vê yekê:
Civîn, bala hemî Kurdistanî û dostên Kurdan bi awayekî lezgînî dikişîne ser gef, êrîş û amadekariyên operasyonên dewleta Tirk yên li ser başûr û rojavaya Kurdistanê û bang dike ku hemî hêzên Kurdistanî û dostên Kurdan li hember van êrîşên dewleta Tirk derkevin.

Civîn, helwesta YNK'ê ya li hember daxwazên dewleta Tirk yên ne rewa, weke helwestekî welatparêzî û neteweyî dibîne û zext û gefên dewleta Tirk yên li hember YNK'ê şermezar û mehkum dike.

Civîn, bang li hemî partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî dike ku bi rihê Newrozê kom bibin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.

Civîn, bang li hukumeta Iraqê dike û dibêje, li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk yên li Iraqê de derkevin, baregehên leşkerî bidin rakirin û dawî li dagirkeriya artêşa Tirk bînin.

Civîn, bang li dewleta Tirk dike ku dev ji van tehdît û êrîşan berde û bizivire ser pêvajoya diyaloga aştî û çareseriya siyasî.

Civîn, bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – RNY, hêzên sereke yên Cihanî û reya giştî ya Cihanê dike ku li hember gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê derkevin û piştgiriya tekoşîn û tevgera azadiya gelê Kurdistanê bikin."