Li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan
Meclîsên Gel a Kurd ên Bremen û Oldenburgê li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan lidarxistin.
Meclîsên Gel a Kurd ên Bremen û Oldenburgê li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan lidarxistin.
Meclîsên Gel a Kurd ên Bremen û Oldenburgê yên girêdayî KON-MED’ê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan lidarxistin.
Roja ewil a meşê ku di 7’ê Sibatê de bû, li Hude Bahnhofê destpê kir. Meşvanên ku ji bo bîranîna şehîdên ku li dijî komployê bi şîara “Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin” bedena xwe dan ber agir, deqîqeyek rêz girtin pankarta “Ji Rêber Apo re Azadî” vekirin. Meşvanan bi dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana QSD”, “Bijî Berxwedana Tişrînê" heta Delmenhorst Bahnhofê meşiyan.
Çalakvanan di roja duyemîn de jî ji Delmenhorstê heta Hauptbahnhofê meşiyan. Meşvanan dema gihiştin Bremen Hauptbahnhofê daxuyanî dan û destnîşankirin ku dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye.