Li dêreke Hambûrgê êrîşa çekdarî: Herî kêm 6 kes mirin

Li gorî çavkaniyên medya xwecihî, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li dêrekê êrîşeke çekdarî bû. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş li dêreke li kolana Deelboge ya li taxa Gros Borstelê pêk hat. Tê gotin ku dêr navenda Şahîtên Yehova ye.

Hate ragihandin ku êrîşkar ji cihê bûyerê reviyane û polîsên Elman jî dest bi operasyoneke berfireh kirine.

Li gorî dîmenên destpêkê yên di medya Elman de hatin weşandin, polîs mirovan ji navendê dixin ambûlansan.

Sîstema hişyariyê ya federal a bi navê NINAwarn saet derdora 21:00 de hişyariyek şand û agahî da gelê herêmê ku 'yek an jî zêdeyî yek kesî, êrîş birin ser mirovên li dêrê."

Ji şêniyên herêmê hate xwestin ku ji bo operasyonê ji malên xwe dernekevin.

Di daxuyaniya polîsan de ya li ser Twitterê hate kirin hate gotin, "Têkildarî sedema sûc agahiyeke pê bawer nîne" bang li raya giştî hate kirin ku gotegotan belav neke.