Li Den Haagê gef û êrîşên li ser Şengalê protesto kirin

Li bajarê Den Haag a Hollandayê bi çalakiyekê gef û êrîşên Hikumeta Navendî ya Iraq, Tirkiye û PDK’ê yên li ser Şengalê hate protesto kirin.

Di çalakiya li ber Sefaretxaneya Iraqê ya li Den Haagê lidar xistîn de, diyar kirin ku Tirkiye û Iraq berpirsên qirkirinên li Şengalê ne.

Bi daxuyaniyekê di çalakiyê de, bal kişandin ku dixwazin bi peymana Bexda-Hewlêrê êrîşan berdewam bikin.

Di çalakiyê de ku dema DAÎŞ’ê êrîş kirî, hêzên Iraq û PDK’ê reviyayîn bibîr xistîn, rolê ku Tirkiyeyê leyîstî jî bibîr xistin.

Di çalakiyê de, bal kişandin ku berî niha Asayîşa Êzidxanê ji aliyê Iraqê ve hatibû naskirin û xwestin ku tavilê li şaşitiya tê kirin vegerin.