Li Den Haag û Wûpertalê şideta li ser jinê hate protestokirin

Li Den Haag a Hollanda û Wûpertal a Elmanyayê jinên ku daketin qadan şidet û qetilkirina jinan protesto kirin.

DEN HAAG

Meclîsa Jinan a Ronahî a li bajarê Den Haag ê Holandayê şideta li ser jinan protesto kirin û qirkirina Dersimê jî şermezar kir.

Jinên ku qetlîama Dersimê şermezar kirin, bal kişandin ku divê bi qirkirinê re bên rûbirûbûn.

Hate gotin ku sedemê mirina endamê Grûp Gorûm Îbrahîm Gokçek jî dewlet e.

WÛPPERTAL

Şideta li ser jinan a demê dawî zêde bûye li Wûpertalê jî hate protestokirin.

Di demê dawî de şideta li Elmanyayê li ser jinan zêde bûye, ji aliyê jinên Kurd ve hatin protestokirin.

Meclîsa Jinan a Şehîd Viyan a Wûpertalê li pêşiya Cîty Arkaden saet derdorî 17:00-18:00’an hatin ba hev çalakiyek kirin. Di çalakiyê de wêneyên jinên hatin qetilkirin û dîsa alên TEJK-E hatin hildan. Di çalakiyê de belavokek li ser navê TJK-E’yê hate xwendin.