Li Darmstadtê Komîteya Malbatên Şehîdan hate avakirin

Li Darmstadtê û bajarên derdor civîna malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo malbatên şehîdan civînek hate lidarxistin. Civîna ku bi beşdariya malbatên şehîdên li Darmstadt û bajarên derdorê pêk hat.

Di civînê de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Lokman Arslan axaftinek kir. Arslan, şehîd Sara Hogir û Bîşeng Brûsk bi bîr anî, armanca damezrandina KOMAW'ê, xebatên wê û kêmahiyên xebatên wê nirxand.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zeynep Zelal jî axivî û got: “Pîvana me Zap e. Divê em xwedî şehîdên xwe derkevin û bibin layiqê şehîdan.”

Di civînê de ji bo her 5 herêmên Darmstadt û derdora wê komîteyek hate avakirin.

Civîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.